Heta azadiyê xwe reş girêbidim

Duşem 12 Sibat 2024 - 00:17

Esme Samî ya 63 salî şahidê qonaxa destpêkê ya têkoşîna li Kobanê ye ku sala 1979’an dema ku Rêber Abdullah Ocalan diçe Kobanê dest pê dike. Yadê Esme wan çaxan tevlî nav xebatên perwerdehiyê jî dibe.

Esme Samî sala 1991’an li Bêrûdê ya Libnanê Ocalan û Sakîne Cansiz nas dike.

Samî ya ku li Kantona Cizîrê dijî bi eslê xwe ji gundê Tilseqanê ya bi ser Hezexa Şirnexê ye. Sala 1961’ê li wir çêdibe û hê dema ku 10 salî ye ew koçî Cizîrê dikin. 1985’an dema 24 salî ye PKK’ê nas dike û çawa ku nas dike dest bi têkoşînê dike. Zext û zordarî, êşkenceya rejîma Baasê dibine. Demekê li girtîgeha Helebê jî dimîne lê dîsa jî dev ji têkoşînê bernade.

15’ê Sibata 1999’an dema ku bi Komploya Navnetewî Rêber Abdullah Ocalan radestî Tirkiyê tê kirin ew weke helwestekê xwe reş girêdide. Leşkerên rejîma Şamê davêjin ser malê û wan dikin nezarete, piştî 15 rojan tê berdan. 

Samî têkilî reşgirêdana xwe ya domdar wiha dibêje,’’Dema ku em pê hisiyan ku birêz Ocalan dîl hatiye girtin, em gelekî hêrs bûn. Min û birayê xwe wê demê soz da; 'Heta ew azad nebe em ê bitêkoşin û paş de gav neavêjin.' Ji wê demê de ez reş li xwe dikim. Di destpêkê de ev çalakiya me ji ber ku wekî pasîf dihat dîtin, kêm dihat dîtin, lê me serî netewand. Birêz Ocalan got ku 'Xebata jinan kêm e.' Lê me jinan dest ji xebatê berneda. Heta azad bibe em ê bidomînin.’’

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.