Heta azadiyê berxwedan

Şemî 1 Hezîran 2024 - 00:31

Girtiya bi navê Ayşe Topçû diyar kir armanca çalakiya wan azadiya Ocalan û çareseriya pirsa Kurd e, dewleta Tirk vîna Kurdan tine dihesibîne, tecrîda li ser Rêber Ocalan li hemû girtîgehan berbelav bûye û bang kir ku hemû Kurd heta azadiyê berxwedanê geş û gur bikin.

Ayşe Topçû a ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dibîne têkildarî çalakiya girtiyan ku ji 4’ê Nîsanê ve bi renge boykotkirina dadgehan û boykotkirina mafê axafttina bi telefonê û hevdîtina malbatan didome axivî.

Topçû bal bire ser astengkirina hevdîtina li gel Ocalan û got: “39 meh in tu xeber ji birêz Ocalan nayê girtin. Mesela hevalê me Veysî Aktaş cezayê xwe qedandiye, divê were berdan lê cezayê wî salek dirêj kirin. Bi awayek kêfî dirêj dikin. Ev jî nîşan dide ku mesele dema dibe girtiyên Kurd, hiqûqê ji holê radikin. Ev jî polîtîkaya hikûmetê ya bi israrkirina dîlgirtina girtiyên Kurd e.” 

Nikarin vîna Kurd tine bihesibînin

Topçû da zanîn ku gelê Kurd û dostên xwe bi salane dixwazin tecrîd rabe û azadiya Ocalan pêk were û got: “Ji bo hemû krîzên li Tirkiyeyê bên çareserkirin hewcedarî bi azadiya Ocalan û demokratîkkirina Tirkiyeyê heye. Çareserî bi azadiya Ocalan dikare pêk were. Ji bo demokrasî û azadiyê gelek pêşniyarên birêz Ocalan hene lê hikûmet çav û guhê xwe ji van re girtiye. Hikumet hebûn û îradeya Kurdan tune dihesibîne. Lê divê ev baş bê zanîn kes nikare îradeya gel û nirxên gel tune bihesibîne.” 

Heta azadiyê berxwedan 

Topçû destnîşan kir ku li ser hemû girtiyên siyasî yên Kurd, pergala tecrîda li Girava Îmraliyê tê sepandin û got: “Em girtiyên siyasî bi her cûre cezayên disîplînê û muameleyên xerab re rû bi rû dimînin. Em girtiyên siyasî di şertên wisa de dijîn. Her tişt bêhiqûqî li dijî girtiyan tê kirin. Lê tiştek heye; ala berxwedana girtiyên Kurd e. Wê ev ala berxwedanê heta birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe û heta pirsgirêka Kurd bê çareserkirin dê ba bibe.” 

Armanca çalakiyê azadiya Ocalan e

Topçû anî ziman ew moral û motivasyona xwe ji xet û baweriya têkoşîna xwe digirin û got: “Em moral û hêza xwe ji berxwedana biezamet a birêz Ocalan û têkoşîna gelê xwe digirin. Ev çalakiya me daxwaz dike ku tavilê birêz Ocalan ku temînatê aştiyê ye bigihîje azadiya xwe û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.” 

Agirê têkoşînê gur bikin 

Topçû têkildarî çalakiyê ev bang kir: “Em ji vir bangî malbatên xwe yên hêja û gelê me yê qedirbilind û gelên cîhanê dikin; divê em bêtir agirê azadiyê gûr bikin. Divê ji zilm û îşkenceya li gelê Kurd tê kirin re bêjin bes e û serî li ber rakin. Pirsgirêk a me hemûyan e. Pirsgirêk tenê ne pirsgirêka malbatên ku bedeldayî ye. Pirsgirêk ya gelê me ye. Tenê dilê malbat û dayikên me naşawite, dilê her kesî wê bişewite. Lewma ji malatên me yên hêja, ji xwişk û birayên me, dost û hevrêyên me yên xwedî hişmendî û bi wîjdan daxwaziya min ew e; têkoşînê berfireh bikin û derdora xwe bi rêxistin bikin. Ez carek din silav û hezkirinên xwe dişînim û dibêjim dem dema azadiyê ye.” 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.