Heta azadiya Rêbertiyê li meydanan in

Sêşem 8 Cotmeh 2024 - 03:00

Bi rasthatina salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê çalakiyên di çarçoveya pêngava ‘Ji Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’ li seranserî cîhanê berfirehtir dibin.

BELÇÎKA

Meclîsa Gelê Kurd a Liegeyê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji “pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” li qada Saînt Lambertê daxuyanî da.

Li ser navê Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Belçîkayê Hevserokê NAV-BEL Torî Orak axivî. Orak diyar kir ku dostên Kurdan beriya salekê dest bi pêngavê kirin û got:“Navenda çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn, Rêber Apo ye. Ev rewş wê di pêşerojê de hîn zêdetir eşkere bibe. Heta Rêber Apo azad nebe, ne pêkan e pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibe. Ji ber vê yekê em vê tecrîdê, vê êşkenceyê qebûl nakin. Em li dijî vê li qadan in."

ELMANYA

TEV-ÇAND’ê li ber Dêra Domê ya Kolnê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku êdî dem hatiye ku têkoşîna li dijî komploya ku bi salan e tê meşandin bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan tacîdar bikin. Çalakî bi pêşkêşkirina stranên hunermendên TEV-ÇAND'ê yên ji bo Rêber Abdullah Ocalan hatine çêkirin berdewam kir. 

Di çarçoveya çalakiyan de li bajarê Hambûrg ê jî konên agahdarkirinê hatin vedan û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin nasandin. Ji kesên ku çûn serdana konê li Hambûrgê hatiye vedan, armanc û hedefa pêngava navneteweyî hatin vegotin. 

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistanê Zubeyde Zumrut beşdarî civîna li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê bû.

Piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê, Zubeyde Zumrut axivî û bal kişand ser komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê.

Di heman çarçoveyê de li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi beşdariya siyasetmedar Dîlek Ocalan civîna gel hat lidarxistin.

Dîlek Ocalan diyar kir ku têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan yek ji faktorên herî girîng ên ku gelê Kurd diparêze.

Civîna gel a li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Stuttgartê jî, bi bîranîna şehîdên azadiyê destpê kir. Rojnamevan-nivîskar Sefkan Kobanê bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û Meşa Mezin a Kolnê ku wê di 16'ê Mijdarê de pêk were.

Kurd û dostên wan ên li Berlînê, li Potsdamer Platzê çalakiya deng û bangkirina gel lidarxistin. Şoreşgerên Kurd û enternasyonalîst tevlî hewaya sar jî li Potsdamer Platzê li hev civiyan û çalakiyê bi coş li dar xistin.

Li bajarê Nurnbergê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan li Mala Gel a Medyayê civîn li dar xist. Siyasetmedar Abdullah Demîrbaş beşdarî civînê bû, diyar kir ku bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dixwazin vîna gelê Kurd bişkînin û destnîşan kir ku gelê Kurd bi berxwedana xwe îspat kir ku di her şert û mercî de dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. 

Li bajarê Hanaûyê jî civîn hat lidarxistin. Gelek saziyên sivîl, nûnerên komeleyan û Kurdistanî beşdarî civînê bûn. Siyasetmedar Osman Kapan di civînê de axivî, diyar kir ku armanca tecrîdê astengkirina têkoşîna azadiya gelê Kurd e.

Li bajarê Kasselê jî civîna gel hat lidarxistin. Piştî rêzgirtinê, siyasetmedar Cuma Tak û Mordem Karer axivîn.Çalakî piştî bersivdayîna pirsên beşdaran, bi dawî bû.

SWÎSRE

Siyasetmedar Kemal Aktaş wek axaftvan beşdarî civîna ku li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hat lidarxistin bû. Siyasetmedar Kemal Aktaş komploya qirêj û nehiqûqî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de pêk hat şermezar kir û got:“Rêber Apo tevî hemû zext û bêhiqûqiyên dewleta Tirk a faşîst jî berxwedana xwe didomîne.” Kemal Aktaş piştî axaftina xwe bersiv da pirsên gel.

FRANSA

Yek ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Omer Guneş, beşdarî civîna gel a li bajarê Marsîlya yê Fransa bû û têkildarî tecrîda li Îmraliyê axivî û got:"Tecrîd yek ji astengên herî mezin ên li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd e.” Di dawiya panelê de ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê banga hevgirtina navneteweyî hat kirin.

Li bajarê Nice jî bi pêşengiya ciwanên Kurd meşeke girseyî hat lidarxistin. Çalakiya ku li pêşiya Gara Nice dest pê kir, li Qada Azadiyê bi dawî bû. Ciwanan bi ala PKK'yê ya 15 metre dirêj û flamayên bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.

SKOÇYA

Li bajarê Edinburgh ê Skoçyayê, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” a ku bi çalakî, xwepêşandan, panel, semîner û meşan li çar aliyê cîhanê dewam dike, çalakî hat lidarxistin.

Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî bi dostên Kurdan re li avahiya Navenda Civaka Kurd a Skoçyayê hatin cem hev. Endamên Tora Piştevaniya Kurdistan a Skoçyayê, Kolektîfa Anarşîst a Zanîngeha Edinburghê û endamên meclîsa bajar û gelek Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.