Heta azadiya fizîkî ya Ocalan
Sêşem 17 Tebax 2021 - 23:55
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Fransayê Strabourgê tê lidarxistin. Çalakî kete hefteya xwe ya 478'an. Nobetdarên vê hefteyê jî komeke ji bajarê Elmanyayê Kîelê ye.
Nobetdar aktîvîstên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a bajarê Kîelê Meryem Qamişlo, Rojîn Hesekê, Bedîa Demîr, Rênas Zerya û Mahmût Rojava ne.
Meryem Qamişlo li ser navê komê got, maneya tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, komkujiya li dijî gelê Kurd û dagirkirina Kurdistanê ye. Meryem Qamişlo bêdengiya welatên Ewrûpayê ya li pêşberî tecrîdê jî şermezar kir.
Meryem Qamişlo komkujiyên dewleta Tirk li Şengalê jî şermezar kirin û got, hesabê van êrişan ên bi hevkariya PDK'ê, wê bi destê jinên Kurd bê pirsîn.
STRASBOURG