Heta azadiya fizîkî em nasekinin!

Pêncşem 22 Tebax 2024 - 02:25

Bi hezaran kes ji Efrîniyên koçberbûyî û şêniyên Şehbayê, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Însiyatîfa Gel a Kantona Efrîn û Şehba ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li gundê Babinisê meşek organîze kir. Di meşê de bi hezaran xelkê herêmê beşdar bû.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, pankarta ˊEy Serokê me tu yî roja meˊ hatin hildan.

Li çatrêya gundên Babinis û Til Şiîrê meşê dest pê kir û siloganên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê hatin berzkirin.

Li stadyûma gundê Babinisê, meş vegerî mîtîngê. Li wir endama rêveber a Kongra Star Ruweyde Ehmed tecrîd şermezar kir û got:"Em heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê dewam dikin."

Her wiha Ruweyde bang li rêxistinên hiqûqî yên cîhanê kir ku li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi berpirsiyariyên xwe rabin. Endamê Însiyatîfa Gel a Efrîn û Şehba Nacî Selame axivî û got:"Li ser Rêbertî komployeke mezin hat meşandin. her wiha dewleta Tirk a dagirker tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike." Selame hevgirtina pêkhateyan bi fikra Rêber Abdullah Ocalan re li dijî êrişên li ser herêmê silav kir.

Meş bi diruşmên şermezarkirina tecrîdê û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.