Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê, bi fermî li seranserî Herêma Kurdistanê dewama xwendinê heta 8’ê Nîsanê rawestand.
Wezaretê li ser mijarê daxuyanî da û got: “Di civîna îro ya Wezareta Perwerde, Şêwirmendê Wezaret û Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Parêzgehan de ji ber zêdebûna pêketina vîrûsa koronayê, rewşa tenduristiyê hate nîqaşkirin û biryar hat dayîn.”
Li gorî daxuyaniyê, ji derveyî refên 12'ê yên Dibistana Amadeyî (lîse) wê heta 8’ê Nîsanê li seranserî Herêma Kurdistanê dibistan girtî bin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, piştre Lijneya Bilnd a Koronayê rewşa tendurisiyê binirxîne.
Bila dibistan vebin
Serokê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê Ehmed Germiyanî daxwaz kir ku navendên xwendinê ji bo xwendekaran werin vekirin.
Ehmed Germiyanî têkilkarî girtina deriyên dibistanan got: "Xwendina elektornîk alternatîfa xwendina di nava sinifê de ye, lê hîn biryar li ser vê jî nehatiye dayîn. Yekîtiya Mamostayan wê girêdayî biryarên hikûmetê hemûyan be. Lê, divê proseya xwendinê raneweste.”
Ehmed Germiyanî daxwaz kir ku navendên xwendinê ji bo xwendekaran bi awayekî guncaw werin vekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN