Hêstrên evînê û şikestina şûşa dil

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 7 Mijdar 2021 - 23:37

  • Hunermend Debra Baxter bi şova xwe ya solo ya bi navê “Love Tears” (Hêstrên Evînê) bala mirovan dibe ser mijarên evîn û tiştên windabûyî.

Hunermend Debra Baxter bi şova xwe ya solo ya bi navê “Love Tears” (Hêstrên Evînê) bala mirovan dibe ser mijarên evîn û tiştên windabûyî. Baxter bi van mijaran dixwaze hestên mirovî yên tevlîhev ji nû ve kifş bike û ji bo van hestan nîşan bide, peykeran çêdike. Ji bo karibe van peykerên xwe çêke, wê malzemeyên wek hesin, dar û cam bi kar anîne.

Baxter destpêkê, ji bo bibîranîna hevaleke xwe ya wefat kirî, ev peyker çêkirine. Gava ku ew şîna hevala xwe digire, di vê pêvajoyê de li ser tiştên ku mirov wan bi bîr bîne jî dirame, û dibêje, “Di her şêweyê evînê de bivênevê êş yan jî birînek heye. Em vê êş û çarenûsa xwe çawa dixemilînin yan jî bi çi awayî didin jibîrkirin, vê yekê pirr bala min kişand. Yanî tiştên winda dibin, em çawa bi bîr tînin. Min zor da xwe da ku bi malzemeyan dengeyekê çêkim û vê windahiyê nîşan bidim.” 

Ew bi van xebatên xwe hestên razber ên mirovan vedibêje. Malzemeyên ku bi kar tîne bi hêz in, lê li gel vê bi hêzbûnê ew zû jî dişkên. Baxter bi van xebatên xwe ango peykerên xwe yên ji malzemeyên hesas, dixwaze mirinê, tiştên windabûyî û şikestina dilê mirovan vebêje.

Peykerên wê yên “Hilmgirtin” û “Dilê ji krîstalê” vê baş radixin ber çavan.  

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.