Girtiyê nexweş Emîn Aladag ê li zindana Wanê girtiye bi rêya parêzerên xwe anî ziman ku hestiyên mil û piyê wî êdî dihelin û got: "Ez êdî nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînim." 

Li gorî rapor û çavdêriyên parêzer, malbat û rêxistinên mafê mirovan, li girtîgehên Tirkiyeyê her roj mafên girtiyan tê binpêkirin. Bi taybetî girtiyên nexweş ji mafê xwe yê tenduristiyê nikarin sûdê bigirin. Li gorî rapor û daneyên Komeleya Mafê Mirovan (İHD), li girtîgehên Tirkiyeyê 604 girtî bi nexweşiya giran in. Bi giştî hezar 605 girtiyên nexweş girtî ne û nayên berdan. Yek ji van girtiyên nexweş jî Emin Aladag e. Aladag li zindana Wanê tê girtin. Aladag ji sala 1993'an ve hatiye girtin û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Aladag dema di bin çavan de bû îşkenceya giran lê hatiye kirin û masûrê dest û milê wî qut bûne. Ji ber masûrê pî û milê Aladag qut bûne hestiyê milê wî û piyê wî êdî dihelin û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne. 

MA/WAN