Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Koordînasyona Civaka Êzîdiyan a li Ewrûpayê Mam Beşîr ê li Şengalê bi sekteya dil kiras guhert û çû ber rehma Xwedê bi bîr anîn. 

Di daxuyaniyên sersaxiyê de hat gotin: Mam Beşîr bi têkoşîna xwe ya bi rûmet a dehan salan ev şehadet bi wate kiriye. Ji şehadeta li nava têkoşînê bi rûmettir sekneke din nîne. 

KCK'ê têkildarî şehadeta Mam Beşîr (Hasan Dûtar) di daxuyaniya xwe de dibêje; “Em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê, ji gelê Êzîdî û malbata wî re dixwazin. Kurdistana azad, Êzîdxana azad ku hesreta wî bû, wê teqez bên pêkanîn.

Mam Beşîr mîna Mam Zekî yê Êzîdiyan li Ewropayê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû; bi dehan salî di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bi fedakarî kar kir; ji bo rêxistinbûn û têkoşîna Êzîdiyan bi roleke girîng rabû.

Piştî ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de fermana 74'an rabû, destpêkê li Ewropayê ji bo xweseriya Êzîdxanê xebitî, piştre jî berê xwe da Şengalê û ji bo xweseriya Êzîdxanê têkoşiya. Mam Beşîr di demeke kurt de li nava Êzidiyan hemûyan bû xwedî cihekî hezkirin û hurmetê. Jiyana xwe bi temamî fedayî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kir û ji bo civaka Êzîdî weke civakeke rêxistinbûyî li Kurdistanê û li her devera ku lê ne bi rengekî azad bi baweriya xwe bijîn, xebitî. Berxwedana li Şengalê ya li dijî qirkeriya DAÎŞ'ê, ji bo Êzîdiyan bû destpêka dîrokeke nû. Vê destpêkê coş û kelecan da Mam Beşîr û bi bîr û baweriya ku divê Êzîdxan teqez azad û xweser bibe berê xwe da Şengalê.

Têkoşîna hevrê Beşîr, keda wî û tevkariya wî ya li têkoşînê ku bi dilsoziya bi dehan salan pêk anî wê neyê jibîrkirin, ji bo pêkanîna Kurdistana azad û Êzîdxana xweser ku hesreta wî bû, em ê bi erk û berpirsyariya xwe rabin."

KNK’ê, KCDK-Eʼê û Koordînasyona Êzdiya li Ewrûpayê jî xemgîniya xwe ya ji ber wefata Mam Beşîr ragihandin û xebata wî ya 37 salan bi bîr xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN