Li Parka Baxê Giştî ya Silêmaniyê pêr êvarê, ji bo 51’emîn salvegera koça dawî ya Hesen zîrek merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin. Merasîma bibîranînê ji aliyê Komeleya Hûnermendên Mîllî, Mala Çandî ya Sofî Kerîm, Çanda Hûnerî ya Dilxwaz û Dezgaha Çapemeniyê ya Geryan hat organîzekirin. Di bernameyê de çendîn stranên hûnermendê nemir Hesen Zîrek hatin gotin.

Gelek keseyat û hunermend tevlî merasîma bibîranînê bûn û jiyanameya Hesen Zîrek di merasîmê de hate xwendin, 35 hunermend û komên ku Hesen Zîrek bi bîr anîne, hêjayî xelatê Hesen Zîrek hatin dîtin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ