• Kurdistaniyan êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Bahçelîevlera Stenbolê şermezar kir û got, “Hesabê êrişên faşîst wê teqez bê pirsîn.”

Kurdistaniyan êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Bahçelîevlera Stenbolê şermezar kir û got, “Hesabê êrişên faşîst wê teqez bê pirsîn.”

Êrişa çekdarî ya pêr li dijî avahiya HDP’ê ya navçeya Bahçelîevler a Stenbolêm bi çalakiyên li Bakurê Kurdistanê hate şermezarkirin.

AMED: Rêxistina HDP’ê ya Amedê li meydana Deriyê Çiyê daxuyaniyek da çapemeniyê û nerazîbûn nîşanî êrişê da. Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Gulîstan Atasoy got, “Doh hindik mabû komkujiyeke mezin bihata kirin. Me li Izmîrê jî dît, komkujî li pêş çavan tên kirin. Her carê jî dibêjin ‘bûyereke şexsî ye’ û serê tê girtin. Lê belê em ê destûr nedin vê yekê. Hûn çi dikin bikin, hûn nikarin me ji mîrateya têkoşînê vegerînin. HDP li ser piyan e.”

ÊLIH: Rêxistina HDP’ê ya Êlihê jî li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da û êriş şermezar kir. Hevserokê HDP’a Bajêr Omer Kûlpû got, “HDP bi ked û berdêlên mezin gihîştiye vê astê. Bi êrişan paşve gavê naavêje. Êrişên wan ji ber tirsa wan in. Çi dikin bila bikin, ew ê biçin. Ti provokasyon wê nikaribe wan rizgar bike. HDP partiya berxwedanê ye.”

SÊRT: Di çalakiya li ber avahiya HDP’ê ya Sêrtê de parlamenter Siddik Taş, nûnerên Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA û rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn. Siddik Taş bi bîr xist ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû timî partiya wan dikin hedef: “Mîna ku di komkujiya Denîz Poyraz de kirin, destpêkê dan êrişkirin, piştre jî daxuyaniyên ku êrişkaran diparêzin dan. Ew ê biçin. Li hemberî van êrişên faşîst mîna her carê em tevî gelê xwe em ê li ber xwe bidin.”

DÊRSIM: Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê jî li Kolana Huner daxuyaniyek da. Hevserokê EMEP´ê yê Bajêr, Ergîn Tekîn daxuyanî got, rûdana vê êrişê di salvgera Komkujiya Roboskî û roja rûniştina doza Denîz Poyraz de, ne tesaduf e: “Desthilatdariya siyasî ya li ber nemanê, bi kaosê hewl dide desthilatdar bimîne.”

ÇEWLÎK: Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê, êriş hate şermezarkirin. Tevî HDP’iyan gelek kes tevlî çalakiyê bûn û ji bo têkoşîna hevpar bang hate kirin.

ŞIRNEX: Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê jî li ber avahiya bajêr çalakiyek li dar xist. Parlamenter Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, rêveberên partiyê yên bajêr û navçeyan û gelek kes tevlî bûn. Ozguneş got, êrişên li dijî partiyê wê nikaribin li pêşiya wan bibin asteng.

RIHA: Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî êriş şermezar kir. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Ziya Çalikan ji ber êrişê desthilatdariya AKP’ê û hevparê wê berpirsiyar girt. Çalişkan got, “Ev desthilatdarî wê biçe û hesabê kiryarên xwe, sûcên xwe bide. Em ê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin.”

WAN: Rêxistina HDP’ê ya Wanê jî li ber avahiya navçeya Artemêtanê daxuyaniyek da. Ji Komîsyona Hiqûqê ya Rêxistina HDP’ê ya Wanê, parêzer Sedat Duşunmez daxuyanî da û got, “Em ê vê siyaseta ku keda gel, hêza mirovan û hiqûqê tine dike, teqez têk bibin.”

COLEMÊRG: Li Colemêrgê jî Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Lokman Ozdemîr daxuyanî da û got, “Wê nikaribin îradeya me ya jiyana bi hev re bişikînin.

Yên ku ji wan we ye bi provokasyonan dikarin me bitirsînin û ji rêya me vegerînin bila li dîroka me ya têkoşînê binihêrin.” Êriş li navçeya Şemzînanê jî hate şermezarkirin.

AGIRÎ: Rêxistina HDP’ê ya Agiriyê jî li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da û êriş şermezar kir. Rêveberê HDP’ê Erol Berke got, “Êrişkar ji bo kuştinê kete hundirê avahiya partiya me. Em ê li hemberî van serî netewînin.” Li navçeya Bazîdê jî êriş hate şermezarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN