• Parêzvanên mafên mirovan di salvegera yekê ya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar de xwedî li berxwedana malbatê derketin.

Parêzvanên mafên mirovan di salvegera yekê ya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar de xwedî li berxwedana malbatê derketin.

Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbate Şenyaşar kiribû. Di vê êrişê de ji malbata Şenyaşar bav û du kurên wî hatibûn kuştin. Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû tevî dayika xwe Emîne Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê di 9’ê Adara 2021’ê de Nobeta Edaletê dabû destpêkirin.

Bi rasthatina salvegera yekê ya Nobeta Edaletê saziyên civakî yên sivîl, rêxistinên demokratîk ên girseyî û nûnerên partiyên siyasî jî tê de, gelek parêzvanên mafên mirovan çûn serdana Malbata Şenyaşar.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlementerên HDP’ê Omer Ocalan, Feleknas Uca, Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, şaxên ÎHD’ê yên Amed, Riha, Meletî, Şirnex, Êlih, Mêrsîn û Semsûrê, şaxên OHD’ê yên Amed, Dîlok, Mêrsîn û Rihayê û nûnerên baroyên herêmê û bi sedan kesan ji bo xwedîderketina li berxwedana malbatê çûn pêşiya edliyeyê.

Kursiya Edaletê

Di çalakiyê de Kursiya Edaletê hate avakirin. Berdevka HDP’ê Ebru Gunay li ser kursiyê got, “Ev nobet êdî nobeta bi milyonan kesan e. Li ser dayikê bi awayekî sîstematîk êşkence tê kirin. Dema ku ji bo malbata Şenyaşar edalet pêk were, wê li Tirkiyeyê edaleta rasteqîn pêk were. Dozger û dadger kujeran diparêzin.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî got, Emîne Şenyaşar ji bo her kesî di Nobeta Edaletê de ye: “Hê jî di dozê de dosyeyek nehatiye vekirin, lê her roj doz li dayikê tê vekirin. Ev bêedaletiyê nîşanî me dide. Em ê heta dawiyê bi malbatê re bin.”

Parêzerê malbatê Bulent Tûran jî got, li nexweşxaneya dewletê li pêş çavê rayedarên dewletê qetlîamek hate kirin: “Lê dozger Fadil Şenyaşar girt. Li vî welatî kesên nêzî desthilatdariyê ne, saziyên dadgeriyê wan diparêzin. Baro dikarin tevlî vê dosyeyê bibin. Qîrîna dayika Emîne, qîrîna edaletê te. Divê her kes guh bide vê qîrînê.”

Endamê OHD’ê Serdar Tum jî got,  “Dîmenên qetlîama li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatiye dizîn û bi ser de 12 lêpirsîn li Emîne Şenyaşar hatiye vekirin. Divê îhmalkariya di dosyeya nexweşxaneyê de bi dawî bibe, derbarê dizîna dîmenên qetlîama li nexweşxaneyê de lêpirsîn were destpêkirin, biryara nepeniyê ya li ser dosyeyê were rakirin. Em ê her dem bibin dengê dayika Emîne.”

Li ser kursiyê nûnerên ÎHD, TOHAV, HDP, TÎP, CHP, DEVA, baroyên Riha, Dîlok, Amed, Mêrsîn û Mêrdînê jî axivîn û piştgiriya ji malbata Şenyaşar re îfade kirin.

RIHA