Hêrsa wê veguherî serhildanê

În 13 Îlon 2024 - 03:00

Dengvedana serhildana ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê; piştî Jîna Emînî li Tahranêhat qetilkirin di 16’ê îlona 2022’an de dest pê kir, ne tenê li Îran û Rojhilat, belavî hemû cîhanê bû. ‘Jin Jiyan Azadî’ bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan re serhildana bi pêşengiya jinan bi pêş ket, geşedanên weke şoreşê bi xwe re anî. Serhildan, bi pêşengiya jinan belavî her qada jiyanê bû. Ji ber wê ye ku rejîma Îranê hewl dide van serhildanan, bi darvekirin, girtin û îşkenceyan bitepisîne. 

Piştî pêvajoya ku li hemû cîhanê weke serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ hat binavkirin, gelek jin ketin riya lêgerîna mezinkirina têkoşînê. Yek ji van jinan jî Delal Botan e. Delal Botan ji felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi bandor bûye piştî serhildanê berê xwe daye nava refên gerîla. Delal Botan, beşdarî Yekîneyên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) bûye got ku pirsgirêk ne tenê hîcab e û tayeke por e, hêrsa kombûyî der bûye. 

Ji bo azadiyê şer bikin

Delal Botan destnîşan kir ku serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ tenê bi pirsgirêka hîcabê yan jî tayê por dest pê nekiriye û got:“Hêrs û kîna li dijî hikumetê veguherî şoreş û serhildanê. Ev hêrs êdî ne îsyanek ji rêzê bû. Zilma bi salan ji nişkave weke bombeyek teqiya û jin pêşengiya vê teqînê dikin.”

Delal Botan bal bire ser kêliya ku xwepêşandanan dest pê kiriye û got:“Demên destpêkê li herêma me xwepêşandan ne ewqas germ bûn. Em li dibistanê bûn û cara yekem bû me bi du hevalên xwe re biryar da beşdarî çalakiyan bibin. Tirs û teredut hebû lê belê me dirûşmên xwe berz dikir. Hêdî hêdî hevalên me yên din jî beşdar bûn. Di dawî de me dest ji dibistanan berda. Destpêkê me nizanibû dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tê çi wateyê. Me dest bi pirsan kir. Peyva jin tê wateya jiyanê lê ev jiyan li ku ye? Me di dema lêgerînê de fam kir ku rê û rêbazek balê bide ser rewşa jinan heye. Tevgerek ku girîngî dide jinan û fikrên wan heye. Jiyana ku xwe dispêre fikir û felsefeya Rêber Apo, bû sedema bingehîn ku ez beşdarî têkoşînê bibim.” Delal Botan di dawiya axaftina xwe de peyam da jin û ciwanan û got:“Bi taybetî peyama min ji bo hevalên me yên ku li gel me hîcaba xwe derxistin beşdarî çalakiyan bûne ev e; hûn gelek bi hêz in lê belê hê gelek riyên ku biçinê hene. Rêber Apo dibêje; ‘Îxanetê li xeyalên xwe nekin, ji bo azadiyê şer bikin.’ Îdiayên xwe zindî bihêlin û ji bo jiyana we ya azad û hebûna xwe her di nava hewldanan de bin.”

NÛJINHA/HAVRÎN CENGAWER

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.