- Çalakiya xelkê herêma Cizîrê bênavber li dergehê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê, dewam dike.
Çalakiya xelkê herêma Cizîrê bênavber li dergehê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê, dewam dike.
Ji 5’ê vê Cotmehê ve şêniyên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî hêzên PDK’ê li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de xwepêşandanê dikin.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê, hêzên PDK’ê di 28-29’ê Tebaxa borî de kemînek ji gerîla re danîn, di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, tê texmînkirin ku gerîlayek dîl ketiye destê wan û gerîlayek jî bi saxî xwe gihand hevalên xwe.
Banga radestkirina cenazeyên zarokên xwe dikin
Malbatên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî di roja yekemîn a xwepêşandanê de banga radestkirina cenazeyên zarokên xwe kirin. Li ser wê yekê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê li qada dergehê Sêmalka gelek kon vedan û dest bi çalakiya xwepêşandanê ya vekirî kir. Bi sedan jin û mêr tev li çalakiyê bûn. Ji roja destpêkê ve endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li derdora qada çalakiyê parastinê dikin.
Doh bi sedan xwepêşandêr wêneyên gerîlayên ji ber xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê bi dagirkeriya Tirk re şehîd bûne, rakirin. bikin.
ANHA/QAMIŞLO