Herkesî dixe bin berpirsiyariyê

Duşem 3 Adar 2025 - 03:20

Serokê Giştî yê Tevgera Sosyalîst a Kurdistana Iraqê Abdullah Hacî Mehmud têkildarî Banga Dîrokî ya Rêber APO peyamek belav kir. Abdullah Hacî Mehmud diyar kir ku gelê Kurd giringiyek mezin didin Peyama Dîrokî ya Birêz Abdullah Ocalan û pêşwazî dike. Her wiha destnîşan kir ku Birêz Ocalan di peyama xwe de her kesî dixe ber berpirsyariya dîrokî ku weke xala destpêkê ji bo çareserkirina şer û rawestandina rijandina xwînê li herêmê, gavên pratîkî yên siyasî, qanûnî û destûrî pêwîstin. Serokê Giştî yê Tevgera Sosyalîst a Kurdistana Iraqê Abdullah Hacî Mehmud got:“Ev peyama dîrokî ji bo bidawîkirina şer û wêraniyê nirxeke mezin a berpirsiyariyê di xwe de dihewîne; di serî de jiyana hevbeş, derfetên wekhev û berpirsiyariya dadperwerane ye ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd.” Herî dawî Abdullah Hacî Mehmud diyar kir ku rêya bidestxistina aştî û têkoşîna siyasî ya li Tirkiye û herêmê bi vî awayî ye û ji bo bidestxistina armancan tenê diyalog çareserî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.