Carna di hin romanan de em rastî hevokên pirr dirêj tên. Ji bo ku em di van hevokên dirêj ên di romanan de bigihîjin, hin caran em eynî hevokê çend caran li ser hev dixwînin. Nexasim jî hin monologên dirêj bêhnê li mirov diçikînin! Di wêjeya cîhanê de mirov dikare nimûneyên bi vî rengî bibîne. Lê monolog yan jî pasajên di romana “Absalom, Absalom!” (1936) ya William Faulkner de hin ji wan nimûneyên herî dirêj û balkêş in.
Hevokeke William Faulknerî ji 1.288 bêjeyî pêk tê, belê we şaş nebihîst tenê hevokek! Ji bo mirov karibe romana wî û her wiha van hevokên wî yên dirêj bixwîne divê mirov xwînerekî pirr xurt be, naxwe dê gelek zehmet be xwendin û têgihşitna nivîskar. Nexasim jî teknîk û şêwaza wî ya “herka bîrê/hiş” ya wêjeyî, hevokên wî kûrtir dike û ev yek jî xwendinê zehmettir dike. Lê gelek nivîskarên piştî wî, yên weke Samuel Beckett, Virginia Woolf, F. Scott Fitzgerald, James Joyce û gelek wêjevanên ku bi wêjeya nûjen daketibûn, ji vê şêwaza wî îlham girtin û bi heman şêwazê nivîsandin.
Îro roj jî hinek nivîskar hene ku bi heman şêwazî romanan dinivisînin. Nivîskar John Bart yek ji wan nivîskaran e ku dibin tesîra William Faulkner de maye. Lê nivîskarê bi navê Jonathan Coe di vî warî de rekora Faulknerî derbas kiriye. Ew bi hevoka xwe ya 13.952 bêjeyî, ya ku 33 rûpelan dirêj e, yekem kes e ku heta niha hevoka herî dirêj nivîsandiye. Ev hevok di pirtûka wî ya “The Rotter’s Club” (2001) de cih digire.
Her çend rekora William Faulkner di vî warî de hatibe derbas kirin jî, ew weke xwediyê vê şêwazê tê zanîn û nivîskar li hember xebatên wî yên di warê wêjeyî de jê re tim rêzdar in.
NAVENDA NÛÇEYAN