Herî pir fikrên Ocalan bandorê dikin

Çarşem 16 Cotmeh 2024 - 02:25

Nivîskarê pirtûkê Sean Michael Wilson ê Skoçyayî û edîtorê projeyê jî ji 'Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re' Reimar Heider derheqê pirtûkê got,’’Têkoşînê bi zimanekî welê vedibêje ku her kes dikare baştir fêhm bike. Bi rengekî welê tê vegotin ku ji zarokan heta bi extiyaran, ji akademîsyenan heta bi karkeran her kes dikare bi hêsanî peyda bike."

Heider anî ziman bi pirtûkê hem jiyana Rêber Abdullah Ocalan û hem jî beşek ji têkoşîna azadiyê ya  gelê Kurd bi wêneyan tê gotin.

Her kes dikare peyda bike

Reimar Heider derheqê pirtûka xêze-romanê wiha got: "Bêguman me beriya niha pirtûkek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd bi zimanên cuda wergerand û weşand. Me edîtoriya wê kir. Lê belê ev hinekî cuda ye. Ne pirtûkeke welê ye ku xwendina wê zehmet e. Têkoşînê bi zimanekî welê vedibêje ku her kes dikare baştir fêhm bike. Bi rengekî welê tê vegotin ku ji zarokan heta bi extiyaran, ji akademîsyenan heta bi karkeran her kes dikare bi hêsanî peyda bike."

Ocalan weke ramangerekî tê dîtin

Heider bi bîr xist ku li Zanîngeha Cambridgeyê di civîna danasînê de xwendekarên ji gelek gelan tevlî bûn û got,"Ji Abdullah Ocalan gelekî bi bandor bûbûn. Bi taybetî di demeke bi vî rengî ya zehmet de ku faşîzm li her deverê gur dibe, li Rojhilata Navîn û cîhanê ku olperestên tund mirovan dikujin, şer diqewimin, Ocalan bi rastî jî weke lîderekî hêviyê dibînin. Abdullah Ocalan weke ramangerekî dibînin ku hîmê Şoreşa Rojava daniye û bi vî rengî nîşan daye ku her tişt ber bi nebaşiyê ve naçe, hinek tişt baş jî diçin, şoreş hîn jî dikare bê kirin."

Divê em xwe bigihînin gelên din

Heider bal bire ser tecrîda li ser Ocalan, anî zimên tecrîda bi têkoşîna gelan dikare were şikandin û got,’’Heke em dixwazin têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan mezin bikin, divê em xwe bigihînin gelên ji bilî Kurdan. Potansiyeleke mezin heye. Kurd dibe ku li Ewropayê bi rêxistin bin, lê belê sînorekî vê yekê heye. Ji bilî wan, xwe gihandina gelan ji bo azadiya Abdullah Ocalan girîng e."

Heîder anî zimên bê ka mirov herî pir ji çiyê Ocalan karîger dibe û got,’’Mirov ji fikrên Abdullah Ocalan bi bandor dibin. Ne tenê têkoşîna çekdarî û berxwedan, Abdullah Ocalan ji van jî wêdetir xwedî fikrekî ye û bandorê dike. Pêşniyarên ji bo afirandina sîstemeke nû û hîn demokratîk, vegotina vê yekê bi rengê herî baş, nîşandana kokên dîrokî yên vê yekê, afirandina felsefeya vê yekê; cudahiya Abdullah Ocalan ev e. Gotina 'Em azadiya Rêberê xwe dixwazin' mixabin bi tena serê xwe têrê nake. Fikrên wî girîng e. Ji ber ku bi fikrên xwe bandorê li gelan dike. Bandor li min jî kir. Weke xwendekarekî ciwan beriya bi salan min têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir. Min zilma li Kurdan tê kirin dît, berxwedan dît û vê yekê bandor li min kir. Lê belê herî zêde fikir û îdeolojiyê bandor li min kir."

ANF/HÎKMET ERDEN-NECLA ARÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.