Dadgeha Federal a Iraqê, Meclîsên Parêzgehên Herêma Kurdistanê betal kirin. Paragrafê ev nûçe weke, “Dadgeha Federal a Iraqê îro biryara hilweşandina meclîsên parêzgehên Herêma Kurdistanê da ku pênc sal di ser mohleta wan re bihuriye û karê xwe dewam dikin.”

Li gorî Bexdayê, sê parêzgehên Herêma Kurdistanê hene û ew jî, Silêmanî, Hewlêr û Dihok in. Yanî Helebce weke parêzgeha ku Herêma Kurdistanê di nava xwe de çêkiriye û ragihandiye, weke beşek ji parêzgeha Silêmaniyê tê qebûlkirin.  

Li gorî rojnameya online, “Paragraf” radigihîne, biryara dadgehê her wiha dibêje, endamên meclîsên parêzgehan di nava van pênc salan de bi awayekî ne qanûnî mûçe wergirtine û lazim e vî mûçeyî li xezîneya giştî ya Iraqê vegerînin.

Meclîsên heyî yên parêzgehên Silêmanî, Hewlêr û Dihok, sala 2014´an hatibûn hilbijartin û lazim bû sala 2018´an hilbijartineke din bihatana kirin. Lê belê ev hilbijartin ji bo demeke nediyar hatibû bipaşvexistin.

Endamên meclîsa parêzgeha Silêmaniyê 32, ya Hewlêr 30 û ya Dihokê jî 28 in. Her endamek 2 milyon û 800 hezar dînar mûçeyê mehane digire. Yanî mehane 280 milyon dînar tenê mûçeyê van 100 endamên meclîsên parêzgehan hene. Ev jî salê dike 3 milyar û 360 milyon dînar. Ji vê mesrefê rojane para ku ji budceya giştî çûye, rojane qederê 10 milyon dînaran e. 

Ka biryara dadgehê wê bi cih bê anîn û heger erê, wê çawa bi cih bê anîn, nayê zanîn. Lê li gorî biryarê meclîsên parêzgehên Silêmanî, Hewlêr û Dihokê, qaçax bûn.

SILÊMANÎ