Endamê Rêveberiya YNK’ê Arêz Abdula diyarkir hatina Hulusî Akar ya ji bo Herêmê, bi armanca razîkirina aliyane û got; “Bicihkirina hêza PDK’ê ya ser sînoran û nûkirina baregehan, ji bo dorpêçkirina PKK’ê û alîkarîdayîna dewleta Tirk e. Ger Hikûmeta Herêmê alîkariya Tirkiyeyê neke, wê Iraq jî alîkariya Tirkiyeyê neke.”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê di 18’ê Çileyê 2021’an de serdana Iraqê kir. Akar li Bexdayê bi rayedarên Iraqê re civiya û piştre serdana Herêma Kurdistanê kir. Hulusî Akar li Hewlêrê bi serokwezîr Mesrûr Barzanî, serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî û serokê PDK’ê Mesud Barzanî re civiya.

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştimana Kurdistan (YNK) Arêz Abdula, li ser armanca serdana şandeyê axivî û got; “Tirkiye beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê dagirkiriye. Li Hewlêr, Dihok û Musilê çi ji destê Tirkiyeyê hatibe kiriye. Divê ji bo rewşa Şengalê aliyên siyasî, ti hêcetek nedin Tirkiyeyê, di asta yekem de jî Hikumetê Herêmê. Li gorî min Hikumeta Herêmê alîkariya Tirkiyeyê dike, ger herêm alîkariya Tirkiyeyê neke, wê Iraq jî alîkariya Tirkiyeyê neke. Ji ber ku helwesta Iraqê ya li ser Şengalê girêdayî, helwesta Herêma Kurdistanê ye.”

Hizbên din jî divê mijarê zelal bikin

Arêz Abdula behsa helwesta Hikumeta Herêmê ya hemberî Tirkiye û PKK’ê kir û got; “Mixabin tenê PDK bû ûhelwesta PDK’ê reng dide. Ji ber ku aliyên din yên di nava hikumetê de, nizanin çi çêdibe. Agahiya YNK û Goran ji liv û tevgera Tirkiye û lihevkirinên wan nînin. Hemû helwest û lihevkirinên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re hizbîne û binavê Hikumeta Herêmê belav dike. Ev ne karek başe, divê aliyên di nava hikumetê de vê mijarê zelal bikin.”

Arêz Abdula derbarê helwesta YNK’ê de jî got; “Li gorî YNK’ê, pirsgirêk bi şer çareser nabin û divê berê xwe bidin guftugoyê.

ROJNEWS/HEWLÊR