Herêm divê failên Enfalê dadgeh bike

În 15 Nîsan 2022 - 22:00

  • Dr. Samal Bazyanî: Pêwîst e derbarê doza qirkirina gelê Kurd de zêdetir lêkolîn bên kirin da ku tawanbarên rejîma Beesê û ew Kurdên ku di proseya Enfalê ya ji bo tinekirina gelê Kurd de hevkarî kirine, bên cezakirin.

EHMED KERKÛKÎ / ANF/KERKÛK


Seyda û Mamosteyê Ayînî Dr. Samal Bazyanî got, "Yên ku xizmên me Enfal û bi saxî binax kirin, îro li herêma Kurdistanê bi cih bûne, xwedî îmtiyaz in û beriya xizmên qurbaniyên Enfalê mûçe werdigirin." 

Pêvajoya Enfalê sala 1988’an piştî bi dawîbûna şerê 8 salan a di navbera Îran û Iraqê dest pê kir, rejîma Beesê ya Sedam Huseyin bi ser Başûrê Kurdistanê ve çû û bi 8 qonaxan Başûrê Kurdistanê wêran û kavil kir.

Di destpêka salên 80’yî de du Enfalên belav û mezin li dijî Kurdên Feylî û Barzaniyan bi rê ve çûn. Piştre bi 8 qonaxan û bi giştî di nava 8 salan de “Pêlên Enfalê” çêbûn.

Di encama pêla dawî û fermî bi navê Enfalê de zêdetirê 182 hezar Kurd hatin qirkirin û bi saxî binaxkirin.

Dr. Samal Bazyanî têkildarê behsa mafê neteweyan di Îslamê de got, “Dînê Îslamê li dijî hemû cûre zilm û mafxwariyê ye.

Mafê her pêkhateyekê ye ku xwedî statû û mafê xwe be. Ew zilma ku dijminên Kurdan bi navê Îslamê li dijî Kurdan dikin, berevajî dînê Îslamê ye. Ji ber ku Îslam li dijî her cûre zilmê ye.”

5 hezar mizgeft şewitandin

Bazyanî got, ji erkêm seyda û mamosteyên dînî ye ku civakê di aliyê ferasetên dînî yên ji bo dijbertî û tinekirina gel û neteweyan tên bikaranîn hişyar bike: “Ji erkên seydayan e ku ji bo gel, rastiyan ronî bikin, bibêjin, Îslamê ti carî pêşî li mafê ti neteweyekê negirtiye. Di dema Pêxemberê Îslamê de mafê xwerêveberiyê hebû ku Cihûyên li bajarê Medîne bixwe xwe bi rê ve dibirin. Her wiha ji erkên seyda û mamosteyên dînî ye ku dîroka Kurdan ji cîhanê re bidin nasîn, bibêjin, Kurd newiyê Selahedînê Eyûbî û Cabanê ye û gelê Kurd ti carî li dijî Îslamê nebûye. Di pêla bi navê Enfalê de 5 hezar mizgeftên Kurdan hatin şewitandin.”

Failên Enfalê serbest dijîn

Di dawiyê de Dr. Samal Bazyanî ev peyam arasteyî hikûmeta herêma Kurdistanê û aliyên têkildar kir: “Mixabin ew kesên ku doh destên wan di proseya bi navê Enfalê de hebû û xizmên me qir kirin û bi saxî binax dikirin, îro li herêma Kurdistanê niştecih bûne û xwedî îmtiyaz in û beriya xizmên qurbaniyên Enfal û qirkirinê mûçe werdigirin. Dawaxaza min ev e ku ew tawanbar werin dadgehkirin û cezayên wan bên dayin. Pêwîst e derbarê doza qirkirina gelê Kurd de zêdetir lêkolîn bên kirin da ku tawanbarên rejîma Beesê û ew Kurdên ku di proseya Enfalê ya ji bo tinekirina gelê Kurd de hevkarî kirine, bên cezakirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.