• KCK'ê têkildarî cezayê îdamê yê ku hikumeta Başûr li 2 ciwanên Kurd biriye got, biryareke bi vî rengî nayê qebûlkirin. KCK'ê bang li gelê Kurd, saziyên demokratîk, rewşenbîr û hunermendan kir ku li dijî vê biryarê bikevin nava liv û tevgerê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî cezayê îdamê ku hikumeta Başûr bi îdîaya ku berpirsyarê MÎT'ê kuştine li 2 ciwanên Kurd biriye, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi îdîaya ku 17'ê Tîrmeha 2019'an li Hewlêrê li restoranteke bi navê Hokkabaz berpirsyarê MÎT'ê kuştine, bi dadgeheke riyalî cezayê îdamê li du ciwanên Kurd hatiye birîn."
KCK di daxuyaniya xwe de dibêje, ji bo dilê Tirkiyeyê xweş bike, dadgeheke li Başûrê Kurdistanê bi fermanê rûniştinên dozê di demeke kurt de bi encam kir. Bi vî rengî hate îlankirin ku kuştina endamên MÎT'ê yên ji bo kuştina siyasetmedar û şoreşgerên Kurd ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatine şandin, sûcê herî mezin e. Ev kujer ji bo komkujiyan plan bike hatibû Başûrê Kurdistanê û di bin parastina hikumeta Başûr de dixebitî. Jixwe hîn nehatiye zelalkirin ku ciwanan ev kujer kuştine yan na; eger kuştibin jî çima kuştine, diyar nebûye. Lê belê, daxwaza her ciwanekî Kurd a ji bo kuştina kujerên Kurdan, ne rewşeke neçê ye. Bi taybetî eger kujerên bi vî rengî bi hêsanî bijîn û di bin parastinê de li Kurdistanê bi hêsanî bigere, ev yek wê ji bo ciwanên Kurd bibe sedemeke tehrîkkirinê. Lewma eger van ciwanan ew kuştibin jî ji bo gelê Kurd û raya giştî ya Kurd, birîna cezayê îdamê li van ciwanan nayê qebûlkirin. Bi taybetî yên ku bi navê gelê Kurd erka dadgeriyê bi kar tînin ne dikarin biryareke bi vî rengî bidin ne jî dikarin mohra xwe deynin binê biryareke wiha. Lewma birîna cezayê îdamê li van her du ciwanên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd êşandiye û bûye sedem ku nerazîbûnê nîşan bidin."
KCK diyar dike ku bi çalakiyê re ti têkiliya wan nîne û dixwaze her du ciwan li gorî pîvanên hiqûqa şer tavilê bên berdan û dibêje, bicihanîna cezayê îdamê wê were wateya normalkirina kiryarên vî kujerê rayedarê MÎT'ê, wê bê wateya rewakirina cezayê îdamê. Hestên welatparêziyê û wijdanê mezin ê gelê Kurd vê yekê teqez qebûl nake. Lewma rêveberiya Başûrê Kurdistanê, saziya pêwendîdar an jî dadgeh divê tavilê van her du ciwanan berde.

BEHDÎNAN