Koordînasyona PAJK'ê têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand.
PAJK’ê di daxuyaniya xwe de got:“Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku serê wê DYE, Îngîltere, Rûsya dikşîne û bi beşdariya netew-dewletên statukoperest yên heremî, di asta xwecihî-heremî-gerdûnî de bi hemû leza xwe berbelav dibe. Tiştên ku li Kurdistan, Filîstîn, Efxanîstan, Îran, Tirkiye, Iraq, Suriyê, Ûkrayna, Ermenîstan, di erdnîgariya me û cîhanê de tên jiyîn, di astek tirsnak de ye. Pergala cîhana kapîtalîst di pêvajoya serûbinbûnê de bi şer, qirkirin, hilweşîna ekolojîk, xizanî, koçberî û dîsa bi qetlîamên jinan ku rûtîn bûye û tecawîza bipergal zêde dibe de, têkoşîna me ya jinê xwedî rolek dîrokî ye.
Divê pêngav bi serkeve
Rêber Apo ji bo ku jin ji pergala baviksalar, mirovahî ji pergala kapîtalîst rizgar bibe û ji bo pergala civakî ya bi nirxên azadiyê barkirî û bi prensîbên demokratîk jiyanî dibe, çavkaniya îlhamê ye. Li dijî hêzên ku bi komploya navnetewî bûn mîmarê Îmralî, pêwîste hemû jin beşdarî hemleya ‘Ji Rêber Apo re Azadî’ bibin û beşên ku heya niha beşdar bûne jî bi awayek radîkal hemleyê bilind bikin, ev banga me ya 8’ê Adarê ye. Hemû Kurdistaniyên ku wek Filîstinê di bin tehdîd û xeteriya qirkirinê de ne, ji serkeftina hemleya ‘Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ berpirsiyarin. Serkeftina hemleyê wê azadiya jiyanê bîne, wê şer cihê xwe ji aştî û çareseriya demokratîk re bihêle. Li dijî zaliman serkeftina hemleyê zarûrî ye. Bi wesîleya 8’ê Adarê carek din Rêber Apo bi hezkirin, hûrmet silav dikin; heya ku Nemrud, Fîrewûn, Dehaqên roja me ya îro bin bikevin wek PAJK’ê em bi biryarin ku di xeta fedayîtiyê de şerê xwe yê dîrokî bimeşînin. Dawiya, Netenyahu yê ku serî de zarok û jin ji mirina deh hezaran kesan re rê vekir, desthilatiya Erdoxan ê faşîst ku ji Kurdan re qetlîamker ji Filîstînê re xwe dike hêza rizgarker û partiyên kontra PDK-HÛDAPAR yê hevkarên desthilatiya Erdoxan, hatiye.
Biherikin qadên 8’ê Adarê
Em diyar dikin ku em li gel jinên Filîstînî, li gel jinên ku li Efganistanê li dijî Talîban, li Îranê li dijî rejîma şerîatê, li Tirkiyê li dijî rejîma faşîst a Erdoxan berxwe didin, li dijî desthilatên Ereb yê dij-demokratîk têkoşîna demokrasiyê didin in. Em bawer dikin ku em ê erdnîgariya xwe bi aqil û destê jinê veguherînin bihûştê, bi vê wesîleyê em hemû jinên ku li her devera cîhanê; diafrînin, hildiberînin û kedkarin careke din silav dikin. Em carek din bang dikin ku hemû jin her rojê bi îsyana 8’ê Adar’ê pêşwazî bikin, biherikin qadên 8’ê Adar ê.”
BEHDÎNAN