Her roj bi çekên giran li dijmin xistin

Şemî 1 Cotmeh 2022 - 00:16

Gerîlayên azadiya Kurdistanê yek jê payebilind 6 leşkerên Tirk ên dagirker kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di çalakiyên hêzên me de yek jê payebilind 6 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker 26 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 5 caran bi balefirên şer, 74 caran jî bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran jî bi obusan Qadên Berxwedanê bombe kir.”

Li ser çalakiyên gerîlayan jî HPG´ê kite bi kite got,

 

Li Zê (Zapê)

Di 29’ê Îlonê de saet di 10.00 û 16.00’an de hêzên me bi çekên giran du caran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê da. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.

Di 29’ê Îlonê de saet di 12.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Felat a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin.

Di 29’ê Îlonê de saet di 14.30’an de tîmên me yên gerok bi sabotajê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê xistin. Di vê çalakiyê de yek jê payebilind 3 dagirker hatin cezakirin.

 

Li Xakurkê

Di 29’ê Îlonê de saet di 11.10’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn hate xistin.

 

Li Metînayê

Tîmên me yên gerok di 24, 25, 26, 27 û 28’ê Îlonê de li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê da.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.