Her pirtûk zeraqek ji rojê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 19 Gulan 2021 - 04:56

Weşanxaneya Meyman ne tenê weşanxaneye, ew di heman demê de bi pirtûkên cûr bi cûr wek pirtûkfiroş jî kar dike û ji bo kesên ku li derveyî welat in, weşanê dike. Nûçegihana me Rewşan Deniz, li ser kar û xebatên wê bi xebatkarê weşanxaneyê Engîn Botan re peyivî.

Engîn Botan dibêje, bi dirûşmeya “Her pirtûk zeraqeke ji rojê ye” wan dest bi xebatên weşangeriyê kiriye û sala 2018’an “Weşanxaneya Meyman” li Hollandayê damezirandiye. 

Engîn Botan dibêje, “Em dixwazin bibin parçeyekî bîra civakê û xizmeta vê yekê bikin. Gava em li pêvajoyên dîrokî dinihêrin em dibînin ku dîrokeke nivîskî ya Kurdan tine ye, ya heyî jî bi destê dagirker û mêtingeran ve hatiye nivîsandin. Civaka Kurd bi saya dengbêjî û rêûresmên wejeya devkî xwe li hember bişaftinê parastiye lê dîroka Kurdan bi awayekî objektîf ji civakên din re nehatiye gotin, di vî warî de kêmasiyek heye. Beriya her tiştî em dixwazin vê nihêrîna çewt ya dîrokî rast bikin. Di vî warî de em dixwazin bîreke civakî ava bikin.” 

Weşanxaneyê heta niha 14 kitêb çap kirine û armanca wê ew e ku êdî heger pirsgirêk çênebin, mehê 3 kitêban çap bike.

Her meh 3 pirtûk

Engîn Botan dibêje, “Heger pirsgirêkên teknîkî û yên matbaayê çênebin, hedefa me ew e ku em mehê du yan jî sê pirtûkan çap bikin.” Engîn Botan mizgîniya pirtûkên nû jî dide û dibêje, “Wek berdewamiya rêzepirtûkên ‘Li Welatê Rojê Vejîn’ dê di demeke nêz de pirtûka bi navê ‘Rêhevalê Rojê Mam Zekî Şengalî’ ya Medya Doz a ku behsa berxwedana gerîlayên Geliyê Teyarê dike jî were çap kirin.”

Bi her şêwezarî kitêb

Engîn Botan dibêje, ew dixwazin ne tenê bi Kurmancî weşanê bikin, û ji bo siberojê hewl didin ku pirtûkên bi Kirmanckî jî çap bikin. Botan dibêje, “Armanca me ew e ku em bi şêwezarên hemûyan pirtûkan çap bikin. Beriya niha me pirtûka ‘Kobanê Çepera Rûmetê’ bi Kurmancî çap kir. Her wiha me pirtûka Diyar Xerîb ya li ser dîroka Kurdistanê jî bi Soranî çap kir. Ji bo siberojê derbarê fêrkirina ziman de jî xebatên me û yên Înstîtûya Kurdî ên hevpar hene, gava ev xebatên me bi dawî bibin, em ê wan jî çap bikin.” 

Koronayê li weşanxaneyan jî xist

Engîn Botan şert û mercên nexweşiya koronayê jî nirxand û got ku ev rewş li ser xwendina pirtûkan tesîreke ne baş kiriye û karên weşanxaneyan jî daye sekinandin. 

Kesên bixwazin kitêbên Weşanxaneya Meymanê bikirin, dikarin berê xwe bidin malpera pirtukxane.net yan jî ji meyman2018@gmail.com re binivisînin. Her wiha bi rêya hejmara telefonê 0031 685 242 353 û navnîşana @Wesanen_Meyman a twitterê jî ew dikarin kitêban ji weşanxaneyê sparîş bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.