Her peyvek di dilê min de cih girt
Pêncşem 17 Tîrmeh 2025 - 03:55
- Piştî 26 salan Rêber APO cara yekem peyameke bi dîmen weşand. Piştre komeke gerîla bi merasîmekê li Silêmaniyê çekên xwe şewitandin. Kurdên li Elmanyayê jiyan dikin, derbarê mijarê de hestên xwe bi rojnameya me re parve kirin.
ARAT ARARAT / HERFORT
Hem peyama bi dîmen a Rêber APO hem jî merasîma gerîla ya çek şewitandinê, ji bo Kurdan hem geşedanên bi hestiyar hem jî dîrokî bûn. Welatparêzên li Elmanyayê hestên xwe bi rojnameya me re parvekirin. Zero Ozden got:’’Guhdarkirina peyama Rêbertiyê muhteşem bû. Ez ji bo merasîma çekşewitandinê jî gelekî kêfxweş bûm. Hertiştekî ji bo aştiyê gelekî xweşik e. Weke dayîkên Kurdan, divê dayîkên Tirkan jî tevlî pêvajoyê bibin.’’ Zero Ozden destnîşan kir ku dema merasîma çekşewitandinê temaşe dikir, hevjînê wê nekarî histirên çavên xwe bigre û got:’’Êdî ew dem e ku em hîn xurttir bin. Ez serketinê ji gerîla re dixwazim. Ez bi rêzdarî şehîdên me bibîr tînim. Em bi saya wan hatin van rojan.’’
Bi fikrên xwe tecrîd şikand
Hevjînê wê Ahmed Ozdenjî got:’’Dema me peyama bi dîmen temaşe dikir ez bi tevgera azadiyê, destketiyên partiya me heta niha bidest xistine û şehîdên me fikirîm. Çavên min tije bûn. Zehmete ez wan kêliyan bînim ziman. Rêbertiyê bi pêngava xwe herkes anî gel hev. 26 sal bûn di bin tecrîdê de bû. Dixwestin Rêbertiyê li wir tine bikin, lê tine nebû. Niha herkes wî diaxive. Bi fikir, bawerî û felsefeya xwe, ev tecrîd şikand.Gerîla, gel û em hemû bi Rêbertiyê bawer dikin.’’
Weke ku dilê min bisekine
Zeydan Bulgan jî got:’’Ez weke kesekî Kurd, bi salan e li erdnîgariya Kurdistanê, êş, hêvî û bêrîkirinê hîn bûm. Lê bi rastî dema ku min piştî 26 salan ew deng bîhîst, weke ku dilê min raweste. Dema ku min piştî 26 salan ku di bin tecrîdê de dihat xwestin dengê wî were birîn, pêwendiya wî ya bi gel re dihat xwestin were qutkirin, Rêber APO min di ekranê de dît, min nekarî ez li cihê xwe rawestim. Her peyveke wî di dilê min de bicih bû. Ew ji bo min tenê dîmenek nebû. Dema ku min ew dîmen temaşe dikir, min hemû êşên bi salan di dilê xwe de hîs kir. Banga bêdengkirina çekan û aştî û demokrasiyê kir. Min kêliyeke dîrokî jiyan kir. Ez ji dil bawer dikim ku wê bi xweliya çekên hatin şewitandin, wê civakeke demokratîk were afirandin. Ji ber ku ez bi Rêber APO bawer dikim.’’
Berpirsiyarî li ser milê me ye
Zubeyde Polat ku di hilbijartinên herêmî yên li Herfordê ji Partiya Çep namzeta serokatiya şaredariyê ku wê di meha Îlonê de pêk bê ye, kelecana peyama bi dîmen a Rêber APO temaşe dikir bi van gotinan anî ziman:’’Daxuyaniyeke dîrokî kir. Ji bo me Kurdan gelekî bi kelecan bû. Me Kurdan ji bo aştiyê gavên pêwîst avêtin. Çek jî hatin şewitandin. Bawer bikin dema min ew dîmen temaşe dikirin, gelekî hestiyar bûm. Tirs û metirsî min bi hev re hîs kir. Em bi salan ji bo aştiyê qêriyan, lê her carê bi şer bersiva me dan. Lê vê carê cuda ye. Hêviyeke mezin heye. Divê em vê pêvajoyê bêyî ku li benda dewletê bihêlin, pêşengiyê bikin û civaka Tirkiyeyê veguherînin civakeke demokratîk. Divê em têkoşîna vê yekê bidin.’’
Em encex bi hev re serbixin
Hevserokê Şaredariya Şirnexê yê berê ku li surgunê ye Ahmet Ertak jî destnîşan kir ku bang Rêber APO di dilê her Kurdekî de hêviya aştiyê mezin kiriye û got:’’Peyama bi dîmen, pişt re şewitandina çekan, gavên ku têkoşîna aştiyê mezin dikin in. Ya girîng, ev gav bi avakirina civakeke demokratîk ku bikare li hemû welat herkes her cihêrengî bi hev re di nava aştiyê de jiyan bikin, were tacîdar kirin. Em bi vê bawer in. Têkoşîn ber bi wir ve diçe. Berpirsiyariyên ku dikeve ser milên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, demokratan, rewşenbîran, sosyalîstan û şoreşgeran heye. Em behsa pêvajoyeke ku pêwîstiya 86 milyon mirov pê heye dikin. Em dizanin ku yekîtiya di nava Kurdan de wê hêzê bide vê pêvajoyê. Encex em dikarin bi hev re serbikevin.’’
Hîn bêhtir em xurt kirin
Hunermend û kedkarê çapemeniyê Îdrîs Bagok jî got:’’Piştî 26 salan bîhîstina dengê Rêbertiyê û dîtina dîmenê wî, weke Kurdekî Êzidî û kedkarekî çapemeniyê, coşeke mezin da min û ez gelekî bi kelecan bûm. Biryara bi wêrekî ya Rêbertiya me, careke din em xurt kirin. Ez bawerim ku wê gelê me jî xwedî li vê pêvajoyê derbikeve. Divê kesek nekeve nava hewldana ku dibêjin ‘Kurd teslîm bûne’. Berovajî tevger hîn xurttir bû û kete pêvajoyeke nû. Ez xwedî li biryara Rêbertiyê derdikevim û ji wî bawer dikim.’’