BAZ MORDEM / ANHA / QAMIŞLO
Komîna Fîlm a Rojava ku ji sala 2015’an ve li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê xebatên xwe dimeşîne, bernameya ku dê her roja pêncşemê filmek were nîşandan da destpêkirin.
Di çarçoveya bernameyê de wê destpêkê film û belgefilmên ku komînê bi xwe çêkirine bên nîşandan. Piştre wê filmên din ên bi Kurdî û Erebî hatine çêkirin jî, li gel jêrnivisên wan bên nişandan.
Bername 6’ê Hezîranê (2024) li bajarê Qamişlo, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi pêşandana filmê “Dema Şitil Mezin Dibe” destpê kir. Li gorî bernameyê film wekî destpêkê tenê wê li Qamişlo werin nîşandan, lê tê plankirin ku bername piştre li bajarên din ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî bê pêkanîn.
Di destpêka her mehekê de wê dîrok û navên filmên bên nîşandan, werin diyarkirin.
Di çarçoveya bernameyê de wê di meha Hezîranê de 3 filmên din bên nîşandan. Endamê Komîna Fîlm a Rojava Hişyar Murad derbarê bernameyê de agahî dan û da zanîn ku ew dixwazin sînemaya şoreşgerî û civakê bînin ba hev. Hişyar Murad diyar kir ku ew tenê filmên Komîna Fîlm a Rojava nîşan nadin, ew ê filmên din ên di çarçoveya sînemaya şoreşgerî de tên nirxandin jî tevlî bernameyê bikin.
Hişyar Murad da zanîn ku wan ji bo bidawîbûna bernameyê dîrokek diyar nekiriye, wê her mehê plansaziya nîşandan 4 filman derxînin û got ku ew ê di demên pêş de bernameyê li tevahiya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bidomînin.
Bernameya filman wiha ye:
13 Hezîran
Navê film: Dema Dirîreşkan
Cîh: Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo
Saet: 19.00
20 Hezîran
Navê film: Ji bo Azadiyê
Cîh: Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo
Saet: 19.00
27 Hezîran
Navê film: Berîtan
Cîh: Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo
Saet: 19.00