Her mal dibistanek!

Çarşem 22 Sibat 2023 - 00:39

  • Komîteya Perwedehiyê ya KJK’ê bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Dinyayê daxuyaniyek weşand û got “Divê her mal bibe dibistaneke ku ziman û çanda Kurdî lê tê geşkirin.”

Li Başûrê Kurdistanê bi boneya Roja zimanê dayikê konferansa zimanê Kurdî li zanîngeha Helebceyê bi rê ve çû. Li Mexmûrê xwendekarên dibistanan Roja Zimanê Dayikê pîroz kir. Komîteya Perwedehiyê ya KJK’ê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Dinyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got,

“Zimanê dayikê, remza nasname û çanda gelan e, mafê herî xwezayî û pîroz ê mirov e. Bi taybetî ji bo me gelê Kurd, wekî kedkarê rasteqîn ê zimanê Kurdî Rêber Apo deriyê pêşketinê li zimanê me vekir, hişmendiya xwebûn û azadiyê li nav me belav kir, di vê rojê de em destpêkê wî bi rêzdarî û minet silav dikin. Em dayikên zarokên xwe bi zimanê Kurdî mezin kirin û didin perwerdekirin, tevahiya mamoste û kedkarên zimanê Kurdî yên li her çar beşên Kurdistanê û derveyî welat silav dikin, vê rojê li hemûyan pîroz dikin.

 

Mamosteyên Kurdî hêjayî teqdîrê ne

Zimanê dayikê bi esasî nasnameya civakî ya mirov ava dike. Ziman tenê amûreke danûstandinê nîn e, bi esasî wekî nirxeke civakî dîrok, çand û nasnameya gelan a netewî şênber û domdar dike. Bi taybetî ji bo gelê Kurd ku sed sal zêdetir e ji mafê perwerdeya zimanê dayikê bêpar hatiye hiştin, girêdayî polîtîkaya înkar û tinekirinê her tim rastî êriş û hewldanên bişaftinê hatiye. Hêzên dagirker ên li ser erdên Kurdistanê, ji bo hafiza me ya civakî felc bikin heta roja îro jî mafê perwerdeya zimanê dayikê bi fermî qebûl nekirine. Di bin van êrişên qirkirinê de helbet sekin û xebata kedkar û mamosteyên zimanê Kurdî çi li wargeha Şehîd Rûstem, çi li Bakurê Kurdistanê, çi li Rojavayê Kurdistanê, çi li Rojhilatê Kurdistanê, çi li Başûrê Kurdistanê, çi jî li derveyî welat her tim hêjayî teqdîrê ye. 

 

Em hêviyê ji kesî nekin

Pêwîst e em vê roja zimanê dayikê ya navnetewî ya 21’ê Sibatê bi zanistîtir pêşwazî bikin, vê rojê bikin roja xurtkirina têkoşîna zimanê dayikê û parastina tevahiya nirxên neteweyî. Wekî gel divê em ji bo azadiya xwe, ji bo parastin û bipêşxistina ziman, çand, dîrok û nasnameya xwe bi xwe bawer gav bavêjin, hêviyê ji ti hêzeke derve nekin.

Roja îro rastiyek heye ku, hêzên desthilatdar bi tu awayî mecala azadiyê nadin gelan. Em binêrin; Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) jî, tenê saziyeke girêdayî bernameyên hêzên desthilatdar ên dewletan dixebite. Lewre her sal tenê nexşe û tabloyên felaketê yên bi serê ziman û çandên gelan de tên eşkere bike jî, ji ber hewldaneke vê saziyê ya parastin û pêşîvekirina zimanê dayikê ya gelan nîne, gav bi gav ev nexşe û tabloyên felaketê yên eşkere dike jî wateya xwe namîne. Ji bo wê, her gelê bixwaze nirxên xwe yên civakî domdar bike, pêş bixe û dewrî nifşên xwe yên nû bike, şert e ji tu hêzeke derve hêvî neke, li benda çareseriyê nemîne, ew bi xwe rojeva xwe destnîşan bike.Di pêvajoyek wiha de gelê ku xwe neparêze, li xwe xweyî dernekeve, elbet wê ji tunebûnê rizgar nebe. Ji bo wê pêwîste her malbateke Kurd, bi zanista ku “ziman hebûn û nasnameya mirov e”, destpêkê mala xwe bike fêrgeha ziman û çanda Kurdî. 

 

Divê li dor kedkarên ziman bibin yek

Li ser vî bingehî, em bang li jin û dayikên Kurd û tevahiya gelê xwe dikin da ku li dor mamoste û kedkarên ziman bêhtir bibin yek, piştgiriya pêwîst raber bikin, berê xwe û zarokên xwe bidin perwerdeya zimanê Kurdî, heta mafê perwerdeya zimanê dayikê bigihe statuyeke fermî, bênavber xebat û têkoşîna xwe xurt bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.