Her ku winda dikin êriş dikin

În 25 Îlon 2020 - 15:50

  • Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li dijî oprasyona partiya xwe nerazîbûn nîşan da û got: “Daraz bi destê îqtîdarê dixebite. Her ku winda dikin êrişî me dikin. Her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin.” 

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li dijî oprasyona partiya xwe nerazîbûn nîşan da û got: “Daraz bi destê îqtîdarê dixebite. Her ku winda dikin êrişî me dikin. Her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin.” 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û parlamenter û endamên navendî yên partiya xwe li ber Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî operasyona li dijî partiya xwe, civîna çapemeniyê pêk anî. 
Sancar nerazîbûn nîşan da û got: “Ev demeke dirêje daraz wek darê destê îqtîdarê tê bikaranîn. Bahçelî jî talimat dide û ew disepînin. Bahçelî dibêje berdin berdidin. Îqtîdar ferman dide darazê û ew jî dide girtin. Daraz bûye dîlê destê îqtîdarê. Ne mimkin e meriv di warê gerdûnî de ji vê re bêje daraz. Li holê darazek wek darê îqtîdarê li ser kar e. 
Ev oprasyonê bi hêceta bûyerên 6-8’ê Cotmehê hatiye birêvebirin. Berpirsiyarê wan bûyeran ne partiya me ye. 6 sal in delîlek nedîtin ku partiya me sûcdar bikin. Berpirsiyarê bûyerên 6-8’ê Cotmehê qet û qet ne partiya me ye. Berovajî vê yekê tam berpirsiyarê polîtîkayên wê demê ku DAIŞ’ê dibir êrişî ser xelkê dikir û tundiyê zêde kiribû îqtîdara siyasî ye.
5 sal in bênavber li ser partiya me êrişên îqtîdarê didomin. Lê belê tu demê HDP’ê çong daneni. HDP’ê dest ji têkoşînê berneda.”

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.