Her ku dilivin derbê dixwin

În 9 Îlon 2022 - 21:27

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 13 çalakiyên gerîlayan de 7, 8, 9’ê Îlonê herî kêm 6 dagirker hatine kuştin û yek ji wan jî payebilind bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 13 çalakiyên gerîlayan de 7, 8, 9’ê Îlonê herî kêm 6 dagirker hatine kuştin û yek ji wan jî payebilind bû. Gerîlayan çeperek û dronek jî îmha kiriye.

HPG’ê got, “Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 13 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 6 caran bi balefirên şer, 10 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kiriye.

Di 13 çalakiyên hêzên me de yek jê payebilind herî kêm 6 dagirker hatine cezakirin, çeperek û dronek jî hatine îmhakirin.”

HPG’ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Zê (Zapê)

Di 7’ê Îlonê de saet di 17.30’an de li Qada Berxwedanê ya Karker, dema ku dagirker bi rê ketine, tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.

Di 7’ê Îlonê de saet di 18.00’an de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a girêdayî qada Çemço, dema ku dagirkeran xwest ber bi çeperên şer ve werin, li wan xist. Piştî derbên hêzên me, dagirker neçar mane gavekê vekişin.

Di 8’ê Îlonê de saet di navbera 12.00 û 17.00’an de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a girêdayî qada Çemçoyê dema ku dagirker bi rê ketine, tîmên me yên bi tevger 4 caran li dagirkeran da. Hêzên me di vê çalakiyê de payebilindek û leşkerekî dagirker ceza kirin.

Di 9’ê Îlonê saet di 07.50’an de tîmên me yên bi tevger li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a girêdayî qada Çemçoyê bi sekvaniyê dagirkerek ceza kirin.

Li Metînayê

Di 8’ê Îlonê saet 09:30’an de teqemeniyên ku ji aliyê dagirkeran ve ji bo bombekirina çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hatibûn amadekirin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin îmhakirin.

Di 8’ê Îlonê di saet 15:45’an de hêzên me li dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ve bi pêş ve biçin, hate xistin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man gavekê vekişin.

Roja 8’ê Îlonê saet 17:50’î drona ku dagirkeran li ser Qada Berxwedanê ya Girê FM difirand, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate xistin.

Di 9’ê Îlonê di saet 00:40’an de tîmên me yên gerok du caran bi sabotajê derb li dagirkeran xist, van xwestibû ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin.

Li Xakurkê

Di 7’ê Îlonê saet 11.20’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li herêma Girê Koordîne ya Xakurkê dan, 2 dagirker ceza kirin û çeperek rûxandin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.