‘Her kes hin tiştan dibîne’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 12 Nîsan 2022 - 22:18

  • Evrîm Alataş di 15'ê Nîsana 1976'an de li gundê Golpinar ê ser bi Arxaya Meletiyê ji dayik bû.

Evrîm Alataş di 15'ê Nîsana 1976'an de li gundê Golpinar ê ser bi Arxaya Meletiyê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li gundê xwe qedand û paşê li Stenbolê xwendina xwe dewam kir. Evrîm Alataş xwe weke "Kurd, jin, Elewî" bi nav dikir. 

Malbata Evrîm Alataş malbateke xwedî helwestên siyasî bû. Li Şîrînevlera Stenbolê dima, di atolyeyek cilên kot de du mehan xebitî. Evrîm Alataş di wê navberê de dest bi xwendina xwe ya amedeyî kir, hişmendiya xwe ya nasnameya Kurd, bi bandora hawirdora xwe, xurttir kir. Bi demê re têkoşîna sosyalîst nas kir. Bi xwişka xwe ya mezin Mukaddes re beşdarî daxuyanîyan bû û hat binçavkirin. Piştî binçavkirinê li wê û xiwşika wê ceza hat birrîn. Ev bûyer dike bi Kurdbûna xwe baştir bihese.

Dest bi rojnamegeriyê dike

Evrîm Alataş di sala 1995'an de di Kovara Newrozê ya ku ji aliyê birayê wê ve dihat derxistin, dest bi rojnamegeriyê re kir. Piştî girtina kovarê, di rojnameyên ku li ser şopa Rojnameya Ozgur Gundemê derketin, hewl da rastiyên ku nayên dîtin, nîşan bide. Di rojnameyên Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ozgur Bakiş û Ulkede Ozgur Gundem de nûçegîhanî û edîtorî kir. Di rojnameya Evrensel, BirGun û Ozgur Polîtîkayê de qunciknivîsî kir. Her wiha di kovarên Esmer, Bîrîkîm, Amargî û Tîroj de jî nivîsên wê hatin weşandin. 

Pirtûkeke wê ya çîrokan sala 2003’an ji Weşanên Aramê derket. Bi derhênerê sînemayê Miraz Bezar re li ser zarokên Amedê yên “mexdûrê şer” çîrokek nivîsand. Ev film li gelek festîvalan hat nîşandan û xelat wergirtin. Li Antalya xelata çîrokê ya herî baş wergirt. 

Mîzaha zilmê!

Evrîm Alataş, bi çîrokên xwe mîzaha zilmê jî kir. Di pirtûka xwe de ya ku ji yanzdeh beşan pêk tê, bi gotina Evrîm Alataş, "Her kes ji xwe hinek tiştan dibîne."

Evrîm Alataş di 12'ê Nîsana 2010'an de ji ber nexweşiya penceşêrê, li mala xwe ya li Amedê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Evrîm Alataş li ser wesiyeta wê li Golpinara gundê ku lê ji dayik bûye, hat definkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.