• Fatme Mihemed bi çêkirina peykeran re mijûl dibe, dixwaze bi navê "Efrîn bang li me dike" pêşangehekê veke.

Fatme Mihemed bi çêkirina peykeran re mijûl dibe, dixwaze bi navê "Efrîn bang li me dike" pêşangehekê veke. Ew dibêje, "Ez ji Efrînê me. Êşa gelê min, êşa min e. Min êş û berxwedana gelê xwe bi çêkirina peykaran anî ziman." 
Fatme Mihemed 17 salî ye û xelkê gundê Kirkû yê navçeyê Mabata ya ser bi Efrînê ye. Fatme peykertiraş e. 
Fatme, beriya dagirkirina Efrînê, serê pêşî bi xêzkirina resman mijûl bûye. Piştî ku koçber bûn û li Şehbayê bi cih bûn, wê dest bi peykertiraşiyê kiriye.  
Fatme ji bo hunerê xwe dibêje, "Huner hemû bi hev ve girêdayî ne wekî muzîk, stran, wênexêzkirin girêdayî hev in. Huner hestên di hundirê mirov de ne û ji ber vê yekê jî her hunerek zimanek e. Çêkirina peyker û nîgarkirina wê hunerekî şêwekariyê ye. Armanca min ji çêkirina peykeran ew e qêrîna berxwedan û êşa gelê xwe ji tevahî cîhanê re raghînim.”
 
Wê pêşangehekê veke

Fatme behsa çêkirina peykeran jî dike: "Ji bo peyker bi awayekî rast bê çêkirin, li ser kaxezan xêz dikim û piştre jî ez dest bi çêkirina peykerê dikim. Dema ez peykerekî çêdikin bi çimentoya reş lêdikim, piştre jî cilsa spî jî dikeve nava çêkirina wê de. Dema rojek derbas dibe bi pela qizêzî rast dikim. Dixwazin peykerên bi bandor derxim holê."
Fatme dixwaze ji berhemên xwe pêşangehekê veke: "Ez ji Efrînê me ji ber ku êşa di dilê gelê min de heman êşa di dilê min de ye. Ji bo berxwedana gelê xwe nîşan bidin min dest bi çêkirina peykeran kir. Peykerên ku ez çêdikim ber bi xilasbûnê ve diçin. Piştre ez ê pêşengeha bi navê ‘Efrîn bang li me dike’ vekim û berhemên xwe li vir nîşanî xelkê xwe bikim."

LÎLAV ELÎ/JINNEWS/ŞEHBA