- Bi beşdarbûna 16 komên govendê, Mîhrîcana Dîlanan a Ronahî Bawer a 5’an li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Her govendek çîrokek û her çîrokek dîrokek” li bajarê Hesekê dest pê kir.
Mîhrîcan bi meşa bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa azadî û rûmetê” hatî organîzekirin ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a taxa Miftî dest pê kir. Bi dehan endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cilên xwe yên folklorî beşdarî meşê bûn û li dijî êrişên dagirkeriyê dirûşme berz kirin.
Piştî meşê dayika şehîd Ronahî Bawer, Emîna Hisên mîhrîcan li beşdaran û tevahî cangoriyên azadiyê pîroz kir û got: “Lidarxistina mîhrîcanê di demekê de ku komplo li ser herêmê têne plankirin, serkeftina tevahî pêkhateyan e.” Berpirsên mîhrîcanê malbata şehîd Ronahî Bawer xelat kir.
Bi navê Tevgera Çand û Hunerê Nesrîn Botan jî bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku mîhrîcan dê sê rojan dewam bike, dê dîlanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Tebqa heta Dêrikê werin pêşandan.
Bi navê komîteya amadekar a mîhrîcanê Dîma Elî, lidarxistina mîhrîcnê li rêber Abdullah Ocalan, cangoriyên azadiyê û gerîlayan pîroz kir û got, armanca mîhrîcanê vejandina folklora gelên herêmê ye.
Piştî axaftinan, belgefilmeke li ser têkoşîna şehîd Ronahî Bawer hate pêşandan. Çalakiya roja yekemîn a mîhrîcanê bi gerandina dîlanên follklorî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.
ANHA/HESEKÊ