- Gerîlayên azadiya Kurdistanê 6 leşkerên Tirk ên dagirker ên din jî ceza kirin. Wan droneyek, sîstemeke kamera ya mobesse û cîhazeke sensorê jî îmha kir.
Gerîlayên azadiya Kurdistanê 6 leşkerên Tirk ên dagirker ên din jî ceza kirin. Wan droneyek, sîstemeke kamera ya mobesse û cîhazeke sensorê jî îmha kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di çalakiyan de yên bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger hatin lidarxistin, 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Droneyek, sîstemeke kamera ya mobesse û cîhazeke sensorê hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker jî Qadên Berxwedanê 35 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 4 caran bi balafirên şer, 11 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obusan bombe kir.”
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîla kir:
Li Zê (Zapê)
17'ê Tebaxê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Karker, cîhazeke sensorê ya li dora çeperên şer hatibû bicihkirin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate tespîtkirin û îmhakirin.
17'ê Tebaxê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Saca, li dagirkeran hate xistin, wan berê xwe dabû çeperên şer ên li qada Şehîd Aryen. Piştî destwerdanê dagirker gavekê vekişiyan.
Li Metînayê
17'ê Tebaxê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirkeran berê xwe da çeperên şer ên Şehîd Sîpan; li dijî wan bi çekên ferdî û bombeyên destan tîmên me yên bi tevger çalakî kirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.
17'ê Tebaxê saet di 11:30 û 14:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdogan, tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê 2 dagirker ceza kirin.
17'ê Tebaxê saet di 13:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, sîstemeke kamera ya mobesse ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin.
17'ê Tebaxê saet di 18:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, droneyeke li ser qadê ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate îmhakirin.
17'ê Tebaxê saet di 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran xistin; wan berê xwe dabû çeperên şer ên Şehîd Sîpan. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.
BEHDÎNAN