• Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê di roja 27’an de ye. Li hepsa Kiriklar a Bûcayê girtiyan got: Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye. Xwişka Mazlûm Dogan, Serap Mutlu Dogan jî got: Divê em li cihê xwe nesekinin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo meseleya Kurd çareserî”, di roja 27’an de didome. 

Li Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê, girtiyan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan temînata demokrasiyê ye û wan got, “Heta birêz Ocalan neyê berdan, ji bo me her cureyê çalakî û xebatê rewa ye.”

Girtiyan di nameya xwe de got, “Em wek girtiyên azad, bi dilê xwe yê azad kesên welatparêz, aştîxwaz, demokrat û parastvanên mafên mirovan hemûyan silav dikin. Weke 32 girtiyên siyasî yên ku li Girtîgaha Hejmar 2 ya Kiriklar a Bûcayê tên ragirtin, em tevlî kampanyaya bi daxwaza ‘Ji birêz Ocalan re azadî, ji bo meseleya Kurd çareserî’, bûn. Em, çalakiya xwe bi biryardariyeke mezin didomînin. Dost û dijmin dizanin ku birêz Ocalan ji bo me li ser her tiştî ye. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn temînata aştî, azadî û demokrasiyê birêz Ocalan e. Her kes baş dizane ku birêz Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de muxateb e. 

Em ji dewlet û hevkarên wê yên li cîhanê re dibêjin ku heta birêz Ocalan neyê berdan, her cureyê çalakî û xebatan ji bo me rewa ye. Em amade ne ku her cureyê fedakariyê bikin. Em pê dizanin ku dilê malbatên me û gelê me bi me re ye û ji dil û can piştgiriyê didin çalakiya me. Em dîsa jî careke din bang li gelê xwe dikin; piştgiriya xwe xurttir bikin, bi çalakiyên cur bi cur azadiya birêz Ocalan û Kurdistanê nêztir bikin.”

Divê em li cihê xwe nesekinin

Xwişka yek ji pêşengên PKK’ê Mazlum Dogan, Serap Mûtlû Dogan a serdana çalakiya Nobeta Edaletê ya li Stenbolê hatiye destpêkirin kir, têkildarî tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê axivî. 

Dogan, destnîşan kir ku sedemê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan daxwaza desthilatê ya berdewamkirina şer e. Dogan, anî ziman ku desthilat ji şer sûdê werdigire û got, “Qezenca wan ji şer heye. Heke birêz Abdullah Ocalan biaxive wê pêvajoyeke aştiyê dest pê bike. Ji ber vê yekê tecrîdê didomînin. Lê em ti caran nebûn alîgirên şer. Ji ber vê yekê, em pêvajoyeke aştiyê dixwazin. Ji bo ku pêvajoya aştiyê dest pê bike jî divê ev tecrîd teqez rabe.”

Ger çalakî nebin, bêhtir dirizin 

Dogan bal bire ser çalakiyên Nobeta Edaletê û çalakiya greva birçîbûnê, girîngiya çalakiyên wiha destnîşan kir û got, “Heke ev çalakî û aktîvîte nebin wê zext û zilm zêdetir bibin. Li Tirkiyeyê di her mijarê de rizîbûnek dest pê bike. Armanca dayikên me, kesên ketine çalakiya greva birçîbûnê û kesên piştevan ew e ku vê rizîbûnê xelas bikin û pêvajoyeke nû ya aştiyê bidin destpêkirin.”

Dogan, anî ziman ku ji bo ku tecrîd rabe ne tenê Kurd divê herkes têbikoşe û ji bo rakirina tecrîdê banga xwedîderketina li çalakiyan kir. Dogan, bi bîr xist ku ji bo ku tecrîd rabe li çar aliyê cîhanê çalakî tên kirin û wiha peyivî: “Ji destê me çi were, divê em bikin. Divê em li cihê xwe nesekinin. Divê em vê rewşa tecrîdê ji cîranên xwe ji hevalên xwe re vebêjin û ji bo ku tecrîd rabe, her kesê tevlî vê pêvajoyê bikin. Hewce be, çalakiyên cuda jî dikarin pêk werin. Ji ber ku tenê bi vî awayî em dikarin hin tiştan çareser bikin. Bi rûniştinê û bêdengiyê çênabe.”

NAVENDA NÛÇEYAN