- Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, çeperek jî hate rûxandin.
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, çeperek jî hate rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, “Di çalakiyên hêzên me yên li dijî artêşa Tirk a dagirker de 6 dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate rûxandin.
Artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qadên berxwedanê 3 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 5 caran bi balafirên şer, 28 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kir."
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên hêzên gerîla kjir:
Li Metînayê
30'ê Tîrmehê saet di navbera 10:50-11:00 de artêşa Tirk a dagirker piştî ku bi çekên giran bombe li çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî barand, xwest bi pêş ve biçe. Hêzên me 2 caran bi sabotajê li dagirkeran xist û herî kêm dagirkerek ceza kirin.
Li Zê (Zap)
30'ê Tîrmehê danê êvarê, hêzên me li helîkopterên êrişê reşandin ku dixwestin bombeyan li Qada Berxwedanê ya Çemço bibarînin. Helîkopter neçar man ji qadê biçin.
31'ê Tîrmehê saet di 05:40'î de bi çekên giran derb li dagirkerên li quntara Girê Şehîd Akîf hate xistin.
Li Xakurkê
30'ê Tîrmehê saet di 12:45'an li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Şahan, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran çalakî kirin. Di encamê de çeperek hate rûxandin û 5 dagirker hatin cezakirin.
BEHDÎNAN