Hepsiyê ku wexta xwe difiroşe!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 20 Nîsan 2023 - 05:42

  • Luis Manuel Otero Alcántara weke aktivîst û hunermendekî rikeber ê Kubayî, bi projeya xwe ya “Charcoal Portrait of Schrodinger’s Cat” hewl dide wexta xwe ya li hepsê bifiroşe! Ew bi vê projeyê dixwaze bala xelkê bibe ser wexta hepsiyên siyasî û bide zanîn ku wexta wan a li hepsê pirr bi qîmet e.

ARDÎN DÎREN

 

Luis Manuel Otero Alcántara hunermendekî Kubayî ye. Ew bêhtir bi performansên xwe tê naskirin. Qet neçûye dibistanên hunerî û zêde ji dibistanên hunerî jî hez nake. Ew dibistanên hunerî wiha pênase dike; “Kuba sîstemeke siyasî û aborî ya baviksalarî ava kiriye. Dema tu ji dibistanekê mezûn dibî qertekê didin te. Ev qert nîşaneya hunermendiyê ye. Li gorî vê qertê hin mafên te çêdibin. Hunermendên li Kubayê xwedî îmtîyaz in. Yanî ew endamê çîneke cuda ne û kêngî bixwazin dikarin bi rehetî derkevin derveyî welat. Ez dizanim ku dibistanên hunerî ji avahiyên ku pirtûk û prefesor lê dimînin, pêk tên. Lê ez naxazim di van avahiyên bi navê dibistanên hunerî de heps bibim. Ez dikarim her tiştî li kolanan bibînim.” 

Alcántara, ji ber çalakiyên xwe yên li kolanan û nerazîbûnên li hember rejîma Kubayê ji Tîrmeha sala 2021’an ve di “Hepsa Guanajay” de tê girtin. Jixwe beriya girtina dawî, ew çend carên din jî ji ber ku tevlî çalakiyan bûbû, hatibû girtin. Herî dawî beşdarî meşên aştiyê yên ku tevgera “Movimiento San Isidro”* (Tevgera San Isidro) lidarxistibûn bûbû û pişt re jî careke din hate girtin. Tevî ku rejîmê xwest ew welatê xwe biterikîne jî Alcántara li welatê xwe ma û nexwest welatê xwe biterikîne. Li hepsê çend caran kete girevên birçîbûnê. Her wiha rejîm nahêle ew li hepsê bi malbat û hevalên xwe re têkiliyê deyne. Mafê wî yê telefonê û namenivîsandinê jî ji destê wî girtine. 

Pisîka Schrodinger û wexta li hepsê

Alcántara jî li hember vê helwêsta rejîmê bi huner li ber xwe dide. Wî di hepsê de heta niha gelek berhem çêkirin. Projeya wî ya dawî jî “Charcoal Portrait of Schrodinger’s Cat” e. Xabateke pirr balkêş e. Alcántara her roja xwe ya ku li hepsê dibihurîne, bi riya salnameyê îfade dike û ew bi van berhemên xwe dixwaze wexta xwe ya li hepsê bifiroşe! Xaya wî ne berjewendiyeke ferdî ye, ew dixwaze bi vî awayî balê bibe ser girtiyên siyasî û wexta ku li hepsê derbas dikin. Dixwaze xelk li ser vê yekê bifikire. Xebatên wî yên di çarçoveya vê projeyê de heta niha ji hêla gelek hunermend û rewşenbîran ve hatine kirrîn û hunermendan piştevaniya wî kir.

 

Di hepsê de jî bêdeng namîne!

Alcántara dema dikeve hepsê li ser kûantûmê û wext dirame. Bi vî awayî “Schrödinger’s Cat” (Pisîka Schrodinger) derdikeve hemberî wî ku ew di esasê xwe de teroriyeke fîzîknasê Awusturyayî ya Erwîn Schrodinger e. Teoriya “Pisîka Schrodinger” nexasim derbarê “wext” deîşaret bi paradoksên fizîkê dike û weke ceribandin yan jî ezmûngeriyekê tê nirxandin. Alcántara jî bi vê teoriyê dadikeve û dixwaze li ser wexta girtiyên siyasî bi riya hunerî çend tiştan bîne ziman. Ji bo xwe jî dibêje, “Min bi xwe nexwest, bikevim hepsê. Lê tercîh û sekna min kir ku bikevim hepsê. Yanî her çiqas min nexwestibe bikevim hepsê jî min dizanîbû dê tercîhên min berê min bidin hepsê. Çend caran gotin, Kubayê biterikîne lê min ev yek qebûl nekir. Ji ber wê hepsbûna min tiştekî sembolîk e. Girtina kesekî ji rêzê û hunermendekî ne eynî tişt in. Heger hûn hunermendekî bigirin û bavêjin hepsê, ew ê li hember we çalakiyên nû bi pêş bixe û bi awayekî estetîk dîsa xwe îfade bike. Bêdeng namîne. Ez aktivîst û hunermendek im, îmaja min a li vir fedakariyê temsîl dike.”

 

Xizmeteke estetîk a ku min diêşîne

Alcántara derbarê rojên ku di hepsê de jî dibêje, “Rojên ku li hepsê dibihurînim, ne yên sîstemê ne, dema ez derkevim derve, ev rojên min windabûyî nînin. Ji bo hin kesan maneyekê îfade dikin. Ez xwediyê van rojan im, xwediyê vê wextê ez im, ne hinek kesên din! Ez jî bi van roj û wextên ku difiroşim xelkê yan jî bi riya berhemên dişînim ji derve re nirxekî ava dikim. Wexta hepsiyên siyasî tînim bîra xelkê. Li vir çi tê serê wan û wexta wan çawa derbas dibe, kes nizane. Wext difiroşim da ku bi qîmeta vî tiştî zanibin. Yanî di heman demê de xizmeteke civakî ye ev yeka ku dikim. Xizmeteke estetîk e, ya ku min diêşîne. Ji lewma bedena min êşê dide min. Lê dema kesek wexta ku difiroşim bikirre, ev tişt min rehet dike û kêfa min tîne.”

 

Di tengasiyê de afirîneriyê xurt dike

Alcántara, nihêrîna “huner ji bo huner” jî qebûl nake û li hember vê radibe. Li gorî wî divê huner têkiliyekê bi civakê re çêke û ji wan re bibe çavkaniyeke xurt. Ji bo vê yekê jî nimûneyeke wiha dide; di dema Ronesansê de, Michelangelo “Şapela Sistine” çêkir, lê gelo wî bi tena serê xwe ev şapel çêkir? Yan jî bi tena serê xwe boyax kir? Na! Ev giş derew in û ne rast in!” Alcántara îşaret bi têkiliya huner û berpirsyariyê jî dike û dibêje; “Tişta herî zêde li ser disekinim pirsgirêka berpirsyariyê ye. Ez niha li vir im. Lê ji van tiştên ku li welatê me pêk tên, gelek kes berpirsyar in. Her wiha guherîn û veguherîn jî berpirsyariya her kesî ye. Ji ber vê yekê, ew kesên ku li hepsên din ên dinyayê girtî ne û ez bi navên wan qet nizanim jî ji bo min girîng in. Divê Kubayî jî hay ji berpirsyariyên xwe hebin, bîra kesên di hepsan de bibin û heta ji wan were, alîkariyê bidin wan.” Alcántara, projeyên xwe yên li hepsê jî weke berxwedanekê dibîne û dide zanîn ku rejîm her çiqas wî bixe tengasiyê ew ê jî berevajî vê yekê ewqasî afirîneriya xwe xurt bike û xwe ji nû ve ava bike.

 

Beriya her tiştî civak min elaqedar dike

Alcántara girîngiya civakê û xebatên ji bo civakê jî wiha rave dike; “Ji bo insanan bidim fikirandan, hez dikim ku bêhtir li ser tiştekî biponijim. Beriya her tiştî civak min elaqedar dike. Dixwazim ew bi karên min re mijûl bibe û xebatên min tesîrê li civakê bikin. Ji bo karibim ji civakê fêhm bikim, divê jiyana rojane ya xelkê zanibim. Ji kesên ku kolanan paqij dikin heta wan jinên ku di mal de kar dikin û lêdanê dixwin.”

 

* Movimiento San Isidro (MSI), tevgereke siyasî û hunerî ya hunermendên Kubayî ye. Di sala 2018’an de ji bo sansura hikûmeta Kubayê protesto bike hate avakirin. Di nav tevgerê de hunermend, rojnamevan û akademisyen hene. Gelek endamên wê ji ber çalakiyên li hember hikûmetê hatine girtin û niha di hepsê de ne. Luis Manuel Otero Alcántara jî yek ji endamên vê tevgerê yê niha di hepsê de girtî ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.