- Îtalya hepsa dîrokî ya li girava Santa Stefano ya ku bi salan e nayê bikaranîn, vediguherîne navenda çand û huner.
Îtalya hepsa dîrokî ya li girava Santa Stefano ya ku bi salan e nayê bikaranîn, vediguherîne navenda çand û huner. Ji bo ev proje biçe serî, 70 milyon Euro hatine veqetandin.
Hikûmeta Îtalyayê hepsa li girava Santo Stefano ya ku bi şêweyê panaptikon (çavdêriya her tiştî) hatiye çêkirin, vediguherîne navenda çand û huner. Ev hepsa ku ji sedsala 18’an maye, dê bibe muzexaneyeke servekirî. Dema proje bi dawî bibe,li navendê wê semînerên çandî û polîtîk werin dayîn û bi vî awayî dê rojên reş ên hepsê werin jibîrkirin.
Hepsa ku dişibe kolozyûmê, di sala 1789’an de ji hêla Melik Ferdînand ve hate avakirin. Di hepsê de gelek hucre hene û deriyê hucreyan hemûyan vedibin ber bi hewşekê ve. Ev hepsa hanê, heta salên 1965’an jî li kar bûye û mirov lê hatine hepskirin.
ROMA