- Ji bo hunermendan û her wiha her kesê ku diafirîne çi bi awayekî fizîkî û çi jî bi awayekî ruhî rêwîtî bivênevê ne. Henrî Mattise jî diyar dike ku rêwîtî mirovan ji rûtinê xelas dikin û rê li ber afirîneriya hunermendan vedikin. Pêşangeha Henrî Mattise ya li Swîsreyê ku bi rêwîtiya wî ya hunerî dadikeve têkiliya di navbera van tiştan de nîşan dide.
Şêwekar Henri Matisse herê zêde di warê rengan de xwedî zanîneke kûr bû. Wî bi zanîn û firçeya xwe hikmekî ava dikir li ser rengan û di vî warî de nimûneyên pirr balkêş û serketî afirand. Ji xwe heman Henrî Matisse di wextê de wiha gotibû; “her tonek rengek e, lê du ton akordek e” û ev akord jiyanê pênase dikir. Niha jî rêwîtiya wî ya di navbera reng, ton û formên cuda de di pêşangehekê de tê nirxandin. Ev pêşangeha mezin a Henrî Matise weke retrospektîfekê ye û li “Fondation Beyeler” a li Swîsreyê hatiye vekirin.
Pêşangeha bi navê “Matisse: Invitation to Voyage” ku îlhama xwe ji helbesta bi navê “Invitation to Voyage” ya Charles Baudelaire digire, heya 26’ê Çileyê 2025’an ew ji serdanê re vekirî be. Piştî 20 salan cara ewile ku di derbarê Henrî Mattise de retrospektîfeke ewqasî berfireh tê nîşandan. Di pêşangehê de afirînerî û hostetiya Mattise ya 60 salan bi awayekî rêk û pêk tê nîşandan. Hema bêje hemû berhemên Henrî Mattise di vê pêşangehê de cih digirin.
Ev pêşangeh gelek berhemên multîmedyayî jî dihewîne. Film, fotograf û anîmasyonên di derbarê kar û barên hunerî yên Henrî Mattise de dikin ku bîner ango serdêr bêhtir bikevin nav berhemên wî û di vî warî de dibin xwedî tecrubeyeke cüda. Her wiha katalogeke bi reng a mezin a ku berhemên hunerî kom kiriye jî di pêşangehê de cih digire.
Geşt û gerên Henrî Mattise
Cudahiya pêşangeha “Invitation to Voyage” ji ên berê ev e; ew bi geşt û gera Henrî Mattise dadikeve û li ser rêwîtiyên wî radiweste. Elbet tenê behsa gerên wî yên fizikî nake her wiha ev pêşangeh bi rêwitiyên Mattise yên xeyalî jî dadikeve. Nexasim jî rêwîtiyên wî yên hunerî yên ji bo stîl, motîf, palet û ruhiyeteke nû ya hunerê jî nîşan dide. Yanî ji bilî geşt û gerên fizîkî Henrî Mattise tim hewl daye di warê hunerî de jî derkeve rêwîtiyên nû û rêyên nû kifş bike. Berhemên wî nîşaneya van rêwîtiyên wî yên fizîkî û xeyalî ne.
Di bin tesîra oryantalîzmê de
Ji berhemên wî yên pêşî bigirin heta yên dawî gelek berhemên wî tên nîşandan. Guherîna cih û wext di hunera wî de jî rêyên nû li ber wî xistiye. Nexasim jî çûyina wî ya Îtalya, Spanya, Rûsya, Fas, Emerîka û Tahîtî nihêrînên nû pê re peyda kiriye û bi vê guherînê wî vîzyoneke berfirehtir di hişmendiya xwe de bi cih kiriye. Bi vê guherinê wî di warê hunerî de xwe nû kiriye û şêweyên nû ji xwe re peyda kiriye. Lê divê mirov bibêje ku ew jî ji nexweşiya Oryantalîzmê xwe xelas nake. Weke hemû şêwekar û hunermendên sedsala 20’an ew jî di bin tesîra Oryantalîzmê de dimîne û gelek berhemên xwe bi nihêrîneke oryantalîst çêdike. Mirov vê tesîrê di berhemên wî de bi awayekî zelal dibine.
Rûtînê rawestinînin û dest bi rêwîtiyan bikin
Henrî Mattise ku di jiyana xwe de li gelek deverî geriya bû tim digot; “Piştî xebatên dûr û dirêj ên li heman cihwarî dibe ku rutîneke zihnî ya ne baş bi mirovî re peyda bibe, ji lewma divê mirov hin caran wê rûtînê bisekinîne û dest bi rêwîtiyan bike.” Gava mirov bala xwe dide ser vê pêşangehê jî mirov pê derdixe ku rêwîtî li ser huner û peydakirina şêweyên nû çiqasî girîng in û dikarin tesîrê li afirîneriya mirovan bikin.
Ji bo agahiyên zêdetir hûn dikarin lînka li jêr bitikînin;
https://www.fondationbeyeler.ch/en/home
NAVENDA NÛÇEYAN