Henekê xwe bi dawetên Kurdan dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Tebax 2022 - 22:06

  • Di nava çanda populer de PodCast her diçe bêhtir “populer” dibin. Li Swîsreyê yek ji serketîtirîn PodCastên li welêt, li gorî kovara Annabelle, Kurds und Buendig e.

Di nava çanda populer de PodCast her diçe bêhtir “populer” dibin. Li Swîsreyê yek ji serketîtirîn PodCastên li welêt, li gorî kovara Annabelle, Kurds und Buendig e. Di Elmanî de biwêja “kurz und buendig” bi maneya “kurt û kurmancî” tê bikaranîn. Axir Yoldaş û Şêro du Kurd in ku vê PodCastê çêdikin û wan navê PodCasta xwe kiriye “Kurds und buendig”. Û xwendina Kurds (pirrhejmara Kurd bi Ingilîzî) û “kurz” (Elmaniya kurt/kin) di Elmaniya Swîsreyê de gelekî dişibe hev. 

Lê ev PodCast ne weke navê xwe ye. Heta niha 22 beş hatine weşandin û beşa dawiyê bêhtirî 106 deqîqeyan e û beşa 21’ê jî bêhtirî 90 deqîqeyan dirêj e. 

Yoldaş û Şêro weke sohbetekê bi hev re dikin. Sohbeta wan ji aş û bajêr be jî ew xwe ji îcrakerên “trashtalk”ê dihesibînin. Yanî henekê xwe bi hin tiştan û bi hev dikin. Ew behsa dawetên Kurdan, yan jî bi pirsên kelavajî yên weke, “gelo ew dixwazin tevahiya jiyana wan îsk bigire wan yan serê pozê wan bixwere beriya ku bipişikin” dadikevin. 

Di sohbeta xwe de ew têra xwe îroniya bi çanda civaka xwe jî derdixin pêş, esas îroniya wan jî ji jidilbûna wan tê. Yanî tiştan xweşik û şahîk nakin.    

Behsa wan xwarinên li ser maseyên şahiyên Kurdan de dikin, yan jî pereyên di zerfekê de didin bûk û zavê di dawetan de… û dûvre ji bo xelatê li çepikan xistina li gorî zêdebûna xelatê. Tiştekî xweşik nakin, çawa be wilo…

Gelo ti xêra wê li civaka Kurdan heye nîne? Qenciya çanda populer heye nîne? Bila ew minaqeşeyeke li derveyî nûçeyê be.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.