- Weşanxenaya Peywendê hemû metnên şanoyê yên ku Helîm Yûsiv nivîsandibûn, di pirtûka bi navê “Komara Dînan” de kom kir û weşand.
Weşanxenaya Peywendê hemû metnên şanoyê yên ku Helîm Yûsiv nivîsandibûn, di pirtûka bi navê “Komara Dînan” de kom kir û weşand.
Di nav pirtûkê de 6 lîstikên şanoyê hene ku berê ji hêla komên şanoyê yên Kurdî ve hatine lîstin. Lîstika bi navê “Komara Dînan” navê xwe daye pirtûkê. Ev lîstik di salên 1990’î de ji hêla lîstikvanên “Teatra Jiyana Nû” ve hatibû lîstin. Piştî wê jî heman lîstik di bin banê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) de gelek caran hatibû lîstin.
Helîm Yûsiv ji bo pirtûka xwe dibêje, “Heger min metnên şanoyê wekî pirtûk neda çapkirin, wê bi demê re hemû bihatina jibîrkirin. Wekî din valahiyeke mezin di qada şanonivîsandina Kurdî de heye û ev lîstikên resen yên Kurdî ne. Bi berhevkirina wan û weşandina wan hindik be jî hem ew valayî tê dagirtin hem jî rê li ber şanogerên Kurd vedibe ku li şûna lîstikên ji zimanên din wergerandî, şanoyên bi Kurdî yên resen bilîzin.”
Navê lîstikên di pirtûkê de ev in: “Nivîskarê bê gore”, “Mezintirîn rawestgeha tirênan ya cîhanê”, “Bidarvekirina pozekî”, “Sol û serî”, “Kevçî” û “Komara Dînan Şermola”.
NAVENDA NÛÇEYAN