Hemû endamên MÎT’ê ceza bikin!

În 13 Îlon 2024 - 02:35

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî pêvajoya darizandina kujerên endamê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Denîz Cevdet Bulbun 18’ê Îlona 2023’an li Hewlêrê di encama êrişeke çekdarî ya MÎT a Tirk de hate şehîdkirin û wiha hate gotin:“Eşkere ye ku Başûrê Kurdistanê tije ye ji dezgehên sîxurî yên welatên cîhanê. Bi taybetî jî sîxurên dewleta Tirkiye û MÎT ê gelek komên teroristî ava kirine. Di wê çarçoveyê de komeke teroristî ya bi pêşengiya dezgeha MÎT’ê plana qetilkirina Denîz Hêvî danî û ew qetilkirin. Piştre hêzên asayîşa Hewlêrê du tometbarên ku destê wan di wê bûyera tawanê de hebûn girtin. Piştî derbasbûna salekê bi ser tawanê, dadgehê di du rûniştinan da biryar dan. Di 10.09.2024’an de di rûniştina dawiya dozê ku li ser dadgehkirina her du tawanbar (C.S) û (N.E) a li ser doza qetilkirina Denîz Hêvî de, Dadgeha Hewlêrê li gor madeya 2 ya qanûna dije terorê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara zindanê ya heta hetayî li ser her du tawanbaran da.

Di qonaxa lêkolîna bi guman de, her du tawanbar li hember dadwerê vekolîna asayişê diyarkirin ku wan kar ji bo dezgeha sîxurî ya Tirkiye kirine û di dema qetilkirina şehîd Denîz de alîkariya sîxur kirine. Her wiha ji bilî wê jî li xwe mikur hatin ku li bin fermana dezgeha ‘MÎT’ ê karê sîxuriyê pêkanîne û li hemû bajarên başûrê Kurdistanê (Duhok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Kelar) torên sîxuriyê ava kirine û çavdêriya bi dehan kesan li wan bajêran kirine. Li gorî lêkolînên asayîşê 8 gumanbarên din ku dosyaya wan di asayîşê de li ser qetilkirina şehîd Denîz tên lêgerîn. Di nava wan de kujerê sereke û her wiha çend karmend û efserên dezgeha sîxuriya MÎT’a Tirk jî hene.

Ji bilî cezaya heta hetayî yê li ser vê dozê, asayîşa Herêma Başûrê Kurdistanê bi tometa sîxurîkirinê û têkdana asayîşa Herêmê, dadgehê (N.E) bi 10 sal û (C:S) bi 7 salan mehkum kir.” Em ê weke KNK’ê heta dawiyê vê dozê bişopînin. Pêwîste hemû tawanbar yên rasterast qetlîam pêkanîn û tevahî efserên MÎT’ê û hemû ew sîxurên ku ev tawan plan kirine bêne eşkere kirin û bêne cezakirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.