Hemû bangên Rêbertiyê diyarker in
Çarşem 12 Sibat 2025 - 03:40
Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Nedîm Seven, der barê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, hewldanên bênavber ên Rêber Apo yên ji bo çareseriyeke demokratîk ji ANF’ê re axivî. Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Nedîm Seven, pêşî şehîdên fedaî yên bi dirûşmeya ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi rêzdarî bibîr anî û komplogerên di komploya 15’ê Sibatê de rol lîstine şermezar kir û got:"Wê demê Wezîrê Karên Derve ya Emerîka ku serkêşiya komployê dikir gotinek wî hebû. Digot, 'me yê di 6 mehan de PKK’ê belav kiriba.' Lê li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojavayê Kurdistanê û derveyî welat gel xwedî li Rêber Apo derketin û xwe weke sîperan dan pêş. Bi mîlyonan însan rabûn, xwedi li hêvî, azadî û Roja xwe derketin û armanca wan vala derxistin. Komplogeran piştre îtîraf kirin û gotin, 'me nezanî PKK’ê ewqas organîzeyeke xurt e.' Yanî ewqas rêxistinî ye."
Dewleta Tirk neçar ma
Tevgera ku Rêber Apo ava kiriye bi hemû kêmasî, xeletî û mijarên rexnedayînên xwe ve, li ser vê xetê ji roja Rêber Apo hat girtin û radestî komplogeran hat kirin heta roja me ya îro, hemû sal û rojên xwe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn da meşandin. Ji 93’yan heta niha hewldanên Rêber Apo ji bo danûstantin, riya çareserî, demokrasî û azadî heye. Di salvegera 27’an de jî ev pêvajo berdewam dike. Ew pêvajoyên 93, 95 û 98’an, dîsa herî dawî salên 2013-2015 ku pêvajoyên Oslo jê re tê gotin, hemû hewldanên ji bo çareseriyê bûn. Armanca wê çareserî bi rêya diyalogê bûn. Lê mixabin dewleta Tirk, nûnerên dewleta Tirk, desthilata AKP’ê vana hemû ji bo berjewendiyên xwe yên desthilatî, yên teng bikaranî. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe tiştek ji bo me naye qebulkirin. Dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe em riyên danûsitandin, çareserî û gavên din qebûl dikin."
Nedîm Seven, destnîşan kir ku di encama berdêlên giran de îro li ser pêvajoyê nîqaş destpêkirine û got:“Li her qadê bi pêşengiya jin di nava 27 salan de berxwedaneke bêhempa hat raberkirin. Gerîla, gelê me yê welatparêz, jinên ciwan berdêlên giran di her qadê de dan û xwedî li Rêber Apo derketin. Dewleta Tirk, desthilatdariya AKP’ê û Devlet Bahçelî dîsa mecbûr man biçin ber lingê Rêbertî.”
Em dikarin li her derê şer bikin
Nedîm Seven, têkildarê nirxandinên herî dawî yên Rêveberiyên PKK’ê yên li ser taktîkên şer jî ev tişt gotin:“Çend roj berê fermandariya Hêzên Parastina Gel daxuyanî da û got, ‘Êdî me rêbazên nû pêş xistine. Eger pêwîst bike em dikarin û hêza me heye ku em li her derê erdnîgariya Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyê şerê xweparastinê pêk bînin.’ Ew lîstikên ku 23 sal in desthilatdariya AKP’ê dimeşîne êdî nikarin bidin berdewamkirin. Rewşa konjoktûrel hatiye guhertin. Ez pêşniyar dikim, her dilxwazekî şoreşa Kurdistanê, heta dostekî welatparêz jî van nêrînên Rêber Apo yên parêznameya Şaristaniya Demokratîk ji nû ve bixwînin. Bi taybetî parêznameya çaremîn a Rojhilata Navîn.
Divê Rêbertî azad bibe
Nabe ti kes hêza Rêber Apo ya çareseriyê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar bîne. Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê mîsoger kirin. Ez di wê baweriyê de me wê hemû rêveberiya me, hemû kadroyên PKK û PAJK’ê di vê pêvajoyê de rast tevbigere, rastiya Rêber Apo esas bigre û li gorî wê bijî. Em bi Rêber Apo re hînê rastiya jiyanê bûn û birêxistin bûne. Em ê bi Rêber Apo re ber bi azadiyê ve biçin. Rêber Apo 15’ê Sibatê weke roja qirkirina gelê Kurd bin av kir. Ji ber ku îmhakirina pêşengê şoreşê Şêx Seîd ew roj bû. Destpêkirina roja qirkirinê ye. Roja reş e. Hêviyên me ew e ku bangên Rêbertî bibe wesîle ku ev roj ronî bibe. Wê demê hemû gelên Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn wê li ser esasê aştiyê danûsitandinê bikin û şer bidin aliyekî. Pêvajoyek tê meşandin. Em ji çapemeniyê dişopînin. Helbet em jî rêxistinek in. Hem li Kurdistanê, hem li Rojhilata Navîn û cîhanê, siyaseteke bi bandor dimeşînin. Ji bo wê hemû bang û nêrînên Rêbertî ji bo me derbasdar e. Ya rast çiye? Eger pirsgirêkek wê were çareserkirin, divê li gorî wê pêngav bên avêtin. Ji bo çareseriyê wê nexşerêya çareserî û demokrasiyê pêş bikeve. Divê em têkoşîn li hemû qadan ji hemû deman zêdetir xurt bikin." Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Nedîm Seven, di dawiyê de bang li hemû gelê Kurd û dostên wan kir ku di 15’ê Sibatê de li Strasboûrgê bi awayekî xurt tevlî çalakiya mezin bibin û got:“Hêviya me ew e ku em di Newroza îsal de Rêbertî di aliyê fîzîkî de azad bibînin. Ev hêvî û daxwaza me ya hemû şoreşgeran e.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN