Hêmanê sereke piştgiriya gel e
Şemî 18 Çile 2025 - 03:30
- Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtinan daxuyanî da û got ku hemû hevdîtinên wan erênî derbas bûne. Şandeyê destnîşan kir ku piştgiriya gel a pêvajoyê dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê.
Parlamenterên DEM Partî Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28’ê Kanûna 2024’an de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, piştî hevdîtinê li ser daxwaza Rêber Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî û siyasetmedarên girtî re hevdîtin kir. Şandeya Îmraliyê, têkildarî encamên hevdîtinan bi raya giştî re daxuyaniyek parve kir. Daxuyanî wiha ye:“Me di 28’ê Kanûna 2024’an de li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtinek kir. Piştî vê hevdîtina me, li ser encamên vê hevdîtinê û li ser daxwaza wî, me bi Meclisa Giştî ya Tirkiyeyê, partiyên siyasî û hevalên xwe yên siyasetmedar ên li girtîgehê re hevdîtin kirin. Di 3’yê Çileya 2025’an de me serdana Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê birêz Nûman Kurtulmuş kir û hevdîtinên me dest pê kirin. Hevdîtinên me bi serok û nûnerên Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Partiya Siberojê (Gelecek Partisi), Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Partiya Saadetê (Saadet Partisi), Partiya Gel a Komarî (CHP), Partiya Dewayê (Deva Partisi) û Partiya Refahê (Refah Partisi) re berdewam kir. Me di navbera 11-12’ê Çileya 2025’an de serdana hevserokên me yên berê û hevalên me yên siyasetmedar ên girtî birêz Fîgen Yuksekdag, birêz Selahattîn Demîrtaş, birêz Leyla Guven û birêz Selçuk Mizrakli kir û me bi wan re hevdîtin kirin.
Hevdîtin bi erênî bûn
Ev hevdîtinên me li ser esasê diyalogê û aştiyê û li ser pêvajoya pevguhertina ramanan bi hevserok û desteyên me yên partiyê, bi pêkhateyên partiya me, bi partiyên siyasî yên ku em di tifaqê de ne û rêxistinên sivîl ên ku em bi wan re ne hatine destpêkirin û berdewam dikin. Di serî de em hurmet û spasiyên xwe pêşkêşî hemû partiyên siyasî û berpirsên wan ên qedirbilind dikin ku bi dilgermî û dilnizmî pêşwaziya me kirin, nêrîn û pêşniyazên xwe yên hêja bi me re parve kirin û bi zimanekî gelek avaker xem û rexneyên xwe anîn ziman. Xala sereke ya rojeva serdana me ew bû ku em encamên hevdîtina bi birêz Ocalan re ragihînin wan û rewşa nû ya ku derketiye holê bi hev re binirxînin. Bi kurtasî, ev daxwaz û îrade, ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina pêvajoya pevçûnê, berpirsyariya dîrokî ya xurtkirina yekitiya Tirk û Kurdan, berpirsyariya geşedanên radîkal û jêveneger li Rojhilata Navîn radiweste û destnîşan dike ku Meclisa Mezin a Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk zemîna herî girîng a çareseriyê ye. Hemû hevdîtinên me jidil û bi hêviya erênî derbas bûn. Serokên payebilind û şandeyên wan piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê diyar kirin. Bi vê re girêdayî di mijarên curbecur de fikar û pêşniyazên wan jî çêbûn. Ev fikar û pêşniyaz jî di esasê xwe de li ser şefafiya pêvajoyê û pêkanîn/îcrakirina wê di nava TBMM’ê de radiwestin.
Helwesta hemû aliyan hevpar bû
Lijneya me di hevdîtinan de ji bo çareserkirina fikar û pirsiyaran daxuyanî dan û pêşkêşî kirin. Nêrîna ku me ji hevdîtinan bi dest xist ev e ku daxwaz û îradeyeke hevpar di hemû aliyên siyasî de heye û hemû alî dixwaze pêvajoya nakokî û aloz a ku ji ber pirsgirêka Kurd çêbûye li pey xwe bihêlin. Derbaskirina vê pirsgirêkê û pêşxistina yekitî û biratiya hemû pêkhateyên etnîkî, olî û mezhebî li welatê me, ji bo berjewendî û xêra her kesî ye. Ev helwesta hevpar a hemû aliyan e. Mijareke din a bi vê re girêdayî jî ew e ku pêvajoya aştiyê bibe sedema demokratîkbûna giştî û berfirehkirina qada siyaseta demokratîk.
Spekûlasyon karê me zehmet dike
Hevdîtinên me yên li gel serok û hevalên me yên li girtîgehan gelekî erênî derbas bûn. Hevalên me bi awayekî aşkera û zelal piştgiriya xwe nîşan kirin ser rola ku Birêz Ocalan û Partiya DEM’ê wê bilîze. Diyar kirin ku ew ê di vê pêvajoyê de berpirsyariya xwe ya ji bo xurtkirina zemîna siyasî û civakî bi awayekî erênî pêk bînin. Di vê serdemê de ku em li ser aştî, demokrasî û yekitiya Tirkiyeyê û herêmê radiwestin, şêwazên cudaxwaz û pêşdarazên ku dem bi dem em di medyaya nivîskî û dîtbarî de pê re rû bi rû dimînin û qada spekulasyonê ya ku tê avakirin, karê me zehmet dike. Em dizanin ku her kes û beşên civakî der barê vê pêvajoyê de xwedî hêvî û daxwaz in, di heman demê de fikar, hesasiyet û pirsyarên her kesî hene. Em di vê hişmendiyê de ne. Di pêvajoyeke wisa hesas de, belavkirina axaftinên çêkirî û hewldana afirandina rojevên ku carinan sînorên ehlaqî jî derbas dikin, germkirin û gurkirina şer pê ve ne tiştekî din e. Li gel hemû nerîn û nirxandinên xwe yên baş em ê di demeke kin de serdana Birêz Ocalan bikin û ji bo ku pêvajo bi rêbazên zexm û qewîn bigihêje aştiyê û çareseriyek ava bibe em ê kedeke mezin bidin. Di avakirina aştî û çareseriyê de piştgiriya gel a li ser van hevdîtinên me dê bibe hêmana herî girîng.
NAVENDA NÛÇEYAN