Emîne û Ferît Şenyaşar ên li ber Edliya Rihayê dîsa hatin binçavkirin û eynî rojê hatin berdan.
Emîn Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar di roja 22’an a çalakiya “Nobeta Edaletê” de li ber Edliyeya Rihayê hatibûn binçavkirin. Polîsan demekê Emîne û Ferît Şenyaşar li avaiya polîsan rawestand û pişt re bêyî îfadeyên wan bigirin berdan. Emîne û Ferît Şenyaşar piştî hatin berdan carek din çûn ber Edliya Rihayê û çalakiya xwe berdewam kirin.
MA/RIHA