Hem diranê wî şikandin hem jî derman nakin

În 24 Çile 2025 - 02:50

Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya girtiyê bi navê Ahmet Kaya yê ku di êrişa gardiyanan de parxan û diranên wî şikestin, ji ber ku piştî êrişê nehat dermankirin xerab bûye û hestiyên çena wî dihelin. Her wiha girtiyê diranê wî hat şikandin nikare hilmê jî bistîne.

Ahmet Kaya ku di sala 2014'an de li Colemêrgê bi îdiaya "bêdestûr peydakirina madeyên  xeternak" û "endamtita rêxistinê" hat girtin û 15 sal ceza lê hat birîn, di serdegirtina qawîşê ya li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê de ku di Çileya 2023’an de çêbû, ji aliyê komeke gardiyanan ve êriş lê hat kirin û di êrişê de parxan û diranên wî hatin şikandin. Ahmet Kaya ku 11 sal in girtî ye, piştî êrişê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Dûmlû ya Erziromê hat kirin. Xwişka Ahmet Kaya Kevser Kaya diyar kir ku birayê wê ji ber îşkenceya 2 sal berê li wî hatiye kirin hê jî bi xwe ve nehatiye. 

Nayê dermankirin

Kevser Kayayê diyar kir ku der barê êrişa li hemberî birayê wê de heta niha tu tedbîr nehatine girtin û got ku birayê wê hatiye sirgûnkirin. Kevser Kayayê got: "Piştî îşkenceyê bêhna birayê min diçike, diranên wî nerihet dibin, hestiyên wî dihelin û madeya wî xera dibe. Ev 2 sal in nexweşî her ku diçe girantir dibin. Ji ber tundiya ku li wî hat kirin, bijîşkan gotine ku parxanên wî yên şikestî baş bibin divê emeliyat bibe. Ji bo emeliyatê jî 250 hezar TL xwestin. Lê ji ber rewşa me ya aborî nebaş e me nikaribû bide û nehat dermankirin." 

Nikare bêhnê bistîne

Kevser Kaya anî ziman ku ji ber ku mafê wî yê tenduristiyê tê binpêkirin rewşa tenduristiya birayê wê roj bi roj xerabtir dibe. Kevser Kaya got: "Ji ber parxanên xwe nikare bêhnê bistîne. Jib o bêhnê bistîne dermanan bi kar tîne. Di heman îşkenceyê de diranên wî jî hatine şikandin. Ji ber rewşa aborî nikare diranên xwe jî çêke. Ji ber vê jî hestiyên diranên wî dihelin."  

Kevser Kayayê diyar kir ku li girtîgehan li dijî hemû girtiyên siyasî zext û muameleya xerab tê kirin û herî dawî banga piştevaniyê kir. 

MA/COLEMÊRG 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.