HERÊM QADIR / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Ev nêzî 3 salan e ku şirketeke ji Tirkiyeyê, rêya 2 kîlometre a ku 10 gundên bajarokê Seyîdsadiqê li ser in, xira kiriye û rê wiha nîvco hiştiye. 

Rêya gundê Nawgirdan û gundê Hacî Qadir li nava eqarên bajarokê Seyîdsadiq ê Silêmaniyê ye. Rê 2 kîlometreyan dirêj e. Rêya hatin û çûnê ya gundên Şatiwan, Qadir, Biyereşk, Kişdereyî û hinek gundên din di vir re derbas dibe. Li gel vê, rojane cotkar vê rêyê ji bo karên çandiniyê bi kar tînin.

Êdî jiyan nemaye

Ji xelkê gundê Hacî Qadir, Ehmed Qadir derbarê mijarê de got,“Beriya çend salan, rê baş bû. Lê şirketê hat rêya Helebce çêkir û soz da ku vê rêyê jî nûjen bike. Şirketê rê xira kir. Nêzî 500 mal û 10 gund li ser vê rêyê ne, ji ber toz û dumanê jiyan nemaye. Hikûmet vê rêyê çênake. Em dixwazin ev mesele bê çareserkirin.”

Doz li şirketê vekirin

Qeymeqamê Seyîdsadiqê, Reza Îsmaîl jî got, “Projeya rêya Nawgirdan ji aliyê şirketa Ginceler a Tirkiyeyê ve tê meşandin, wê projeya rêya Helebce-Seyîdsadiq çêkiribû. Lê belê ji ber pirsgirêk û dozên li dadgehê, karê şirketê hate rawestandin. Vê jî temamkirina projeyê asteng kir.” Reza Îsmaîl got, meha bihurî ji bo destpêkirina projeyê wan hewl daye: “Herî dawî me hewl da ku projeyê ji şirketê wergirin û bidin Rêveberiya Rêyan a Silêmaniyê da ku li wir ji bo temamkirina projeyê komîteyekê ava bikin. Ji bo nûjenkirinê jî pêwîstî bi 400 milyon dînarî heye.”