Hem ceza û hem mala te ava

Çarşem 19 Tebax 2020 - 23:59

  • Dadgerê Dadgeha Bilind a Eyaletê, malavahiya siyasetvanê Mashar Turan kir, lê 2 sal û 6 meh ceza lê birrî. Buroya hiqûqê Azadî got, biryar siyasî ye ne hiqûqî ye. Parêzerê Mashar Turan, Markuz Kunzel jî doz û biryar weke "durûtiyê" bi nav kir. Hevjîna Mashar, Nazliyê jî biryar weke yeka "neheq" bi nav kir.

Siyasetvanê Kurd Mashar Turan ji ber xebatên xwe yên siyasî li Elmanyayê hatibû girtin. Pêr doza wî bi dawî bû û dadger li ecêbên hiqûqê yeka din zêde kir; dadger malavahiya Mashar kir, got, tu ne ew kesî ku mirov bibêje terorîst e, lê ji ber qanûna qaşo li dijî terorîzmê 2 sal û 6 meh ceza li Mashar birrî. Buroya hiqûqê Azadî li ser mijarê got, biryar siyasî ye ne hiqûqî ye. Parêzerê Mashar Turan, Markuz Künzel jî doz û biryar weke "durûtiyê" bi nav kir. Hevjîna Mashar, Nazliyê jî biryar weke yeka "neheq" bi nav kir.
Siyasetvanê Kurd Mashar Turan ê 60 salî, Hezîrana 2019´an piştî serdegirtina komele û malên Kurdan hatibû girtin. Dozger ji ber Qanûna Ceza ya Elman (StGB) 129b´yê yanî endametiya rêxistineke terorê ya li derveyî Elmanyayê doz vekir. Pêr di rûniştina 28´an a dozê de di mutalaya xwe de dozger xwest 3 sal û 8 meh ceza li Mashar Turan bê birrîn. Dozger bi îdîanameya xwe karên Kurdan ên siyasî krîmînalîze kirin û xwepêşandanên qanûnî jî sûc hesibandin. Piştî mutalaya dozger, Mashar Turan got, "Têkoşîna miletê Kurd a azadiyê rewa ye û mirov nikare têkiliya wê bi terorê re deyne."
Dadgerê Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê û serokê heyeta dadgehê, Thomas Bergmann biryar eşkere kir û 2 sal û 6 meh ceza li siyasetvanê Kurd birrîn. Dadger qebûl kir ku karên Mashar kirî li Elmanyayê, heger elaqeya wî bi PKK´ê re nebûya ne sûc in, wî şidet û zor hîç bi kar neaniye. Ji ber helwêsta wî ya dostane û ciddî jî dadger malavahiya Mashar Turan kir. Dadgehê çi qasî got, biryar ne li dijî Kurdan hemûyan e jî, li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdan bû; çavdêran ev yek weke, zehmetbûna biryardanê ya mehkemê şirove kir.

Qanûna Ceza kelevajî ye

Buroaya hiqûqê ya Azadî, ji bo biryarê got, "Biryara dadgehê xwe nasipêre hiqûqê, bi tevahî siyasî ye. Jixwe li dijî wî sûcek jî nehatiye tesbîtkirin. Ev jî nîşan dide ka xala 129b ya Qanûna Ceza ya Elman çiqasî kelevajî ye."
Parêzerê Mashar Turan, Markuz Kunzel jî ji bo biryarê got, "durûtî ye". Wî got, "Weke cezayê faaliyetên siyasî li Elmanyayê, mexdûrên binpêkirinên mafê mirovan ên dewleta tirk tên girtin."
Hevjîna Mashar Turan, Nazli Turan jî nerazîbûna xwe wiha îfade kir: "Li mahkemê, dadger xweş peyivî, lê ceza birrî. Tê bibêjî qey ne bi dilê wan e. Biryareke neheq bû, biryareke siyasî bû."

KOBLENZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.