Helwêstnameya neteweyî

Sêşem 18 Gulan 2021 - 03:23

KNK'ê helwesta neteweyî û niştimanî ya li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk, bi daxuyaniyek bi sernavê 'helwêstname'yê eşkere kir. Di helwestnameyê de hat gotin, "Parastina Zap, Avaşîn û Metîna parastina tevahiya Kurdistanê ye." 
Li ser bang û vexwendina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) nûnerên bi dehan partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî, ji hemû pîşeyan bi sedan kesayetên serbixwe (nivîskar, hunermend, ronakbîr, akademîsyen, rojnamevan, siyasetvan, nûnerên pêkhate din) yên Kurdistanî ku xwe weke dengê wijdanê neteweyî û niştimanî dibînin, ji bo helwêstgirtin li hember êriş û dagirkeriya dewleta Tirk, ji bo xwedîderketina li berxwedana hêzên parastina gelê Kurdistanê, di 15'ê Gulanê de konferansek berfireh li ser tora “Zoom” ê pêk anî.

KNK'ê têkildarî encamên vê konferansê daxuyaniyek da. Encamnameya ku bi sernavê 'Helwêstname' hate weşandin, wiha ye: "Dewleta Tirkiyê di roja 24.04.2021'ê de, li başûrê Kurdistanê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn, operasyonek berfireh da destpêkirin. Niha li van herêman, şerê giran rû dide. Hêzên Gerîla bi qehremanî û fedakariyeke mezin li ber xwe didin. Ev êrişên mezin ne tenê li dijî hêzên HPG'ê ne, li dijî hemî destketiyên Kurdan e û bi taybetî jî dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. 24'ê Nîsanê salvegera fermana li dijî gelê Ermenî ye. Destpêkirina operasyonê di vê rojê de, ne tesaduf e. Peyam vekiriye û peyama jenosîdê ye.

Dijminatiya dewleta Tirk eşkere ye

Armanca wan ji aliyê me ve kivş e. Dewleta Tirk dixwaze Kurd û hemî pêkhateyên Kurdistanê (Asûrî-Suryanî-Kildanî û yên din) li ser axa xwe azad nebin, dîl bin û welatê wan jî dagirkirî be. Dewleta Tirk, netewevebûna Tirkî, li ser tinekirina gelên din ava dike. Dewleta Tirk li dijî hebûna Kurda ye, li dijî Kurdistanê ye. Vê niyeta xwe venaşêre, bi kiryarên xwe yên çandî, siyasî û leşkerî nîşan dide. Dewleta Tirk di êriş û operasyonên xwe de, bi niyeteke xirab û pîlankirî, demografî û jîngeha (ekoloji) Kurdistanê, dike hedef û xira dike.
Dewleta Tirkiyê sala 2017'an, di êrişa Iraqê ya li ser Kerkûk, Xurmatû, Xaniqîn, Şingal û navçeyên din ên dabirayî de, piştevaniya hukumeta Bexdayê kir. 

Di êriş û dagirkeriya DAÎŞ'ê ya li ser Kurdistanê û bi taybetî êrişa Kobanê da, dewleta Tirk xwedî roleke sereke bû û hevkariya DAÎŞ'ê dikir. 
Dewleta Tirk, li dijî Kantonên Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya xweser ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê ye, ji serî de heta niha, di pozisyoneke êrişkar de ye. Her weha li başûrê Kurdistanê jî bi dehan baregehên leşkerî û sîxurî danîne û wan baregehan li dijî destketiyên gelê me kar tîne. 

Divê ev bêdengî were şikênandin

Niha jî li devera Metîna, Zap û Avaşîn, dest bi êrîşeke mezin kiriye. Li hember vê operasyona mezin heta niha, di asta neteweyî û navneteweyî de, weke tê xwestin deng bilind nebûne û nerazîbûn kêm in. Pêwîst e ku ev bê dengî, bê şkênandin û li hember dagirkeriyê nerazîbûneke mezin derkeve holê. Divê hêzên berxwedêr, helwêst û hevkariya me, li gel xwe bibînin. Bi yekîtiyeke xurt û bi piştgiriya dostan, em dikarin van êrişan têk bibin. Dewleta Tirk ne ewqas xurt e, mînaka serketina Gareyê li ber çava ye. Bi berxwedanekî neteweyî, em dikarin hêza wan têk bibin. 

Di sêrî de, divê helwestekî neteweyî û niştimanî derkevi holê. Ji bo vê jî divê hemî hêzên Kurdistanî, li dijê dagirkeriyê xwedî helwestbin û di asta herî bilind de, zirxekî parastinê yê neteweyî û niştimanî li dora berxwedêran vehûnin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.