- Hunermendên bîr bibin, divê vê serpêhatiya Kurdan a dagirkirina tevahiya saziyên wan, baş fêhm bikin û li ser “dika qeyûm” hay ji xwe hebin û xwedî gotin bin. Dibe ku ew bîra hin tiştan nebin, lê gelê Kurd êdî bîra her tiştî dibe. Bila haya her kesî ji vê yekê hebe.
ARDÎN DÎREN
Beriya bi çend rojan, ji Rojhilatê Kurdistanê hevalekî sînemavan telefonî min kir û got, “Li Amedê festîvaleke kurtefilman tê lidarxistin, gelo yên vê festîvalê amade dikin kî ne, te hay jê heye? Heger şaredarî vê festîvalê li dar bixe, em ê filman neşînîn!” Haya vî hevalî hebû ji festîvalên filman ên ku berê bi destê şaredariyan dihatin lidarxistin. Ew bi şexsê xwe jî tevlî van festîvalan bûbû û niha jî bi riya saziyeke piçûk a belavkirina filman hewl dide filmên Kurdî bişîne festîvalên dinyayê hemûyan. Ji ber ku ew dizane niha şaredariyên Bakûr bi destê qeyûman tên birêvebirin, ji min re got heger festîvalê ne “em” li dar dixin, ez filman naşînim. Xaya wî ji “em”ê Kurdên me yên Bakur bû.
Piştî vê gotina wî, min jî meraq kir û xwest hîn bibim bê ka kî vê festîvalê li dar dixe. Li ser hesabekî medyaya civakî afîşek hatibû parvekirin. Li bin afîşê ji Wezareta Çandê ya Tirkiye heta bi waliyê Amedê (ku di heman demê de qeyûmê şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ye jî niha) hemû saziyên dewletê piştgiriyê didin vê festîvalê. Her wiha ji xeynî şaredariya bajarê mezin a Amedê, Şaredariyên Sûr û Yenişehîrê jî piştgiriyê didin vê festîvalê. Ev festîval cara diduyan e ku li salona Sezai Karakaç a mezin tê lidarxistin. Piştî ku min ev kesên navê wan li bin afîşê dîtin, ez hinekî bişirîm û min jî wî hevalî re got, “Maşelah ji xeynî ‘me’ her kes heye!” Heval jî bi gotina min keniya û got, “Temam min ji te fêhm kir.”
Hunermend bê helwêst in
Haya vî hevalî ji derûdora wî heye û her wiha dizane li her çar parçeyên Kurdistanê îro çi diqewime. Ji lewma jî dizane helwêsta xwe nîşan bide û naxwaze filman bişîne ji qayûman re; qeyûmên ku bi darê zorê û bi dagirkeriyê bajarên Kurdistanê bi rê ve dibin. Ew bi xwe jî vê yekê qebûl nake û li hember vê yekê ye. Çima? Ji ber ku bîr dibe û dizane festîvalên berê dihatin lidarxistin, bi destên qeyûman tev hatin betalkirin. Salonên ku li wan film dihatin nîşandan, niha tev xizmeta asîmîlasyonê dikin û tiştên beredayî li wan tên nîşandan. Tiştekî bi Kurdî nayê nîşandan niha li wan salonan. Ew heval baş hay ji vê yekê heye û dişopîne. Ji lewre jî naxwaze bi filmên xwe beşdarî festîvala wan bibe û xizmeta wan bike. Weke hunermendekî helwêsta xwe nîşan dide. Ev helwêsta wî gelekî hêja ye û bi qîmet e. Lê mixabin bi hin hunermendên me re ev helwêst çênabe.
Bi kîjan hişmendiyê li ser ‘dika qeyûm’ in
Dixwazim di van rojan de ku Tirkiye bi her awayî êrişê dibe ser Kurdan, behsa helwestên hunermendan bikim. Kesên li ser “dika qeyûm” konseran didin û tevlî festîvalan dibin bi kîjan hişmendiyê diçin wir û çima wek wî hevalî bîr nabin qeyûman û dagirkeriya wan bixin ber lêpirsînê!? Salona Sezai Karakoç a di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de yek ji salonên herî mezin ên vê herêmê ye. Solan, dema ku şaredarî ya “me” bû, hat çêkirin, lê nebû qismetê me! Niha jî bi destê qeyûm li wir gelek çalakî û konser tên lidarxistin. Helbet her kes nikare li wir konserê bide û festîvalê li dar bixe. Kesên ku ne weke wan bifikirin û xwediyê heman hişmendiyê bin, nikarin gavê jî biavêjin ser “dika qeyûm”. Li Amedê her kes bi vê rastiyê baş dizane. Ji ber vê rastiyê, hin kes helwêstê nîşan didin û naxwazin gavê biavêjin vê salonê.
Li hember dagirkeran çend gotin
Beriya du mehan, di Adarê de, hunermenda Kurd Aynur Dogan jî li ser vê dikê konser da. Ez bi xwe jî ji dengê wê hez dikim û lê guhdarî dikim. Lê ez neçûm konsera wê. Ji ber ku dizanim ew salon, “dika qeyûm” e û bi darê zorê hatiye zeftkirin, naçim çalakiyên li wir tên lidarxistin. Aynur Dogan hunermendeke li dinyayê tê nasîn û ew “dengê Kurdan” e. Lê hat li ser vê dikê konser da û çi ecêb, weke hunermendekê, negot ez çend kilaman bikim û bibêjim, we evder dagir kiriye û ji destê Kurdan wergirtiye. Hunermendeke weke Aynur Doganê, çima bîra tiştekî wiha nabe? Ew hêz û taqeta wê heye ku helwêsteke wiha nîşan bide, lê mixabin ev yek nekir. Wê li ser “dika qeyûm” stranên xwe gotin û hin Kurdên me yên ku weke wê bîr nebirin, çûn vê konserê û jê re li çepikan xistin. Belkî li vê salonê û li ser vê dikê konser dayîn jî were fêhmkirin. A rastî, ez bi xwe ji vê yekê jî fêhm nakim. Lê li ser dikê mirov çima nikaribe li hemberî kesên ku ev salon dagir kirine û festîvalên berê betal kirine, çend gotinan bibêje û helwêstekê nîşan bide. Ev yek min ecêbmayî dihêle û fêhm nakim. Ji ber ku helwêsteke wiha ne zehmet e.
Qeyûm doza repertuwarê kir
Di Gulanê de jî hunermendeke din a Kurd tê ku li Amedê, dîsa li vê salonê konserê bide. Pervîn Çakar jî hema bibêje di derba Aynur Dogan de ye û weke sopranoya Kurd tê naskirin. Beriya were konserê bide, qey rêvebirên “dika qeyûm” jê repertuwara wê xwestine, lîsteya stranên ku ewê bibêje, û wê jî li hemberî vê daxwazê li ser hesabê xwe yê twitterê bi Tirkî tiştekî wiha parve kir, “Ev jî hat serê min. Cara yekem e ku ciyekî lê konserê didim repertuwara min ji min dixwaze. Ev li hember hunermendekî heqaret e. Ez ê bi kîjan zimanî stranan bibêjim, ez dikarim diyar bikim.
Kî dikare li hember huner û hunermendan sînoran dayne. Her wiha bi zimanê dayikê stran gotin jî mafê herî xwezayî ye.” Helbet ev helwêsta wê pîroz e û baş e, lê tişta ku min heyîrî dihêle, ev ecêbmayîna wê ye. Ma ne tu jî dizanî ku ewder “dika qeyûm” e û bêyî destûra qeyûm li wir tiştek naqewime. Vêca hûn çima wisa matmayî dimînin li hemberî vê daxwaza wan. Bi hêviya roja konsera xwe tu heman helwêstê li ser “dika qeyûm” jî nîşan bidî û vê yekê li rûyê wan bixî û wan di şermê de bihêlî da ku tiştekî wisa careke din neyê serê te û hunermendên hevalên te. Naxwe, hê wê gelek tiştên din werin serê te û me!
Gel bîra her tiştî dibe
Herî dawî bi bîr bixim ku piştî qeyûman bi dehan hunermendan helwêst nîşan da ku bi wan re nexebitin û li ser dika wan stranan nebêjin. Hinan ji wan jî helwêst nîşan neda û bi qeyûman re xebitîn. Lê hinan ji wan jî got, em ê li ser dika qeyûm stranan nebêjin, şanoyê nekin û filman nîşan nedin. Mînaka herî berbiçav hunermenda Kurd Mizgîn Tahîr e; ji ber ku bi konseran ev salona qeyûm niha popûler e, ez vê mînakê didim. Piştî qeyûm hat, wê dev ji kar berda û niha li Rojava dimîne. Hunermendên bîr bibin, divê vê serpêhatiya Kurdan a dagirkirina tevahiya saziyên wan, baş fêhm bikin û li ser “dika qeyûm” hay ji xwe hebin û xwedî gotin bin. Dibe ku ew bîra hin tiştan nebin, lê gelê Kurd êdî bîra her tiştî dibe. Bila haya her kesî ji vê yekê hebe.