Helwêstên li hember komkujiya Parîsê didomin
În 6 Çile 2023 - 04:28
Hunermendên Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner a Kobanê, têkildarî Komkujiya Parîsê ya duyem ya di 23`yê Kanûna 2022´yan de axivîn.
Helbestvan Mihemed Misî yê bi navê “Hemê Kobanê” tê nasîn, got: "Bi awayên cûr bi cûr hewl didin gelê Kurd li her derê tine bikin. Çanda Kurdî bi huner û folklora xwe ya kevnare dewlemend e. Delweta Tirk jî çanda Kurdan li ser xwe xetere dibîne”
Hemê Kobanê bal bire ser êrişên bi çekên kîmyewî yên li çiyayên Kurdistanê, girtina hunermendan li Bakurê Kurdistanê û qedexekirina muzîka Kurdî jî û got: “Kesên ji bo Kurdan stranan dibêjin, tên qetilkirin. Armanca wan ew e ku me bitirsînin da ku em ji çand û nasnameya xwe dûr bikevin. Lê em ji wan re dibêjin hûn ê tu carî negihêjin armancên xwe, ji ber ku em gelekî bi çanda xwe ve girêdayî ne û em ê di vî şerî de ku li dijî me hatiye îlankirin, bi ser bikevin.”
Kobanê di dawiya axaftina xwe de ji hunermendên Kurd xwest li hember zordestan dengê xwe bilind bikin, nasname û doza xwe biparêzin.
Parîs sûcekî nû yê dewleta Tirk e
Şanoger Elî Îsa jî got: "Ew ditirsin ji aramiya ku hunermendên Kurd bi hunerê xwe vedibêjin. Yên ku gelê xwe ji xefletê hişyar dikin û li hemberî zaliman serî hildidin, dikevin ber tehlûkeya kuştinê. Tişta li Parîsê qewimiye, sûcekî nû li sicîla bixwîn a dewleta Tirk a dagirker zêde dike.” Îsa destnîşan kir ku hunermendên Kobanê heta ku gelê xwe bigihînin ewlehiyê, dê têbikoşin û ew ê rêya huner bişopînin a ku şehîdan bi fedakariya xwe ji wan re xêz kiriye.
ANHA/QAMIŞLO